12 roj in agahî ji Alî Hajilon ê 12 roj berê hatiye berdan nayê girtin 2020-09-22 10:45:30 QERS – Welatiyê kurd Alî Hajilon ê ji Rojhilatê Kurdistanê li Qersê şivanî dikir û hatibû girtin û 12 roj berê hatibû berdan. Ji roja hatiye berdan agahî jê nayê girtin. Siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak ê bi Hajilon re li heman qawîşê ma got: “Tenê dadger, polîs û îstîhbara dizane ku ew hatiye berdan. Alî li ber hefsê hat revandin gelo?”    Welatiyê kurd Alî Hajilon ê ji Rojhilatê Kurdistanê li Qersê şivanî dikir. Di meha sibatê de tê binçavkirin û bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hatibû girtin. Hajilon beriya niha bi 12 rojan ji girtîgeha Qersê hat berdan. Tevî ku 12 roj bi ser re derbas bûne jî malbat û hevalên Hajilon agahî jê nagirin.    Siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak ê li girtîgehê bi Hajilon re di heman qawîşê de ma banga hestiyariyê kir.    12 ROJ IN WINDA YE   Alinak anî ziman ku dema Hajilon şivaniyê dike wêneyek endamê HPG’ê nîşan didin û ji ber dişibe wî kirine sedema girtina wî û got: “Dadgeha piştî 7 mehan gihîşt wê qenatê ku yê di wêne de ne Hajilon e û wî tahliye kir. 12 roj in hatiye berdan û agahî jê nayê girtin. Li ku ye, çi hatiye serê wî nayê zanîn. Malbata wî li Îranê perîşan bûye û ji min piştevanî xwest. Lê belê ji ber ku ez li gund di hepsa malê de me neçûme Qersê min li rewşa wî nepirsiye. Min bi parêzerê wî re hevdîtin pêk anî lê bes ew jî negihîştiye şopa wî.”    ‘KESÊ DI WÊNE DE NE EW BÛYE'    Alinak destnîşan kir ku ew û Hajilon di rojekê de hatine binçavkirin û ew li Şaxa TEM’ê ya Qersê hev nas kirine û wiha got: “Min silav dayê û jê re got derbasî be. Ji ber bi tirkî nizanibû bersiva min neda. Min nizanibû kurd e û min nizanibû kî ye û ji ber min wî nas nedikir zêde bi ser ve neçûm. Carek din li girtîgehê em li hev qelibîn û em di heman qawîşê de man. Dema min gelek kêfa wî hat. Ew jî bûbû şahidê gengeşiya navbera min û polîsan a li ser kelemçeyê. Alî ji ber ku di wêne de dişibe kesek din hatibû girtin. Bi meha li benda doza xwe sekinî. Digot ‘kesê di wêne de ne ez im.’ Ew bawer bû dê rastiya wêne derkeve holê. Ez jî wek parêzer min wate nedida girtina Alî. Bi gumanek beredayî hatiye girtin. Ez li hember pirsên Alî lal dimam. Alî bavê sê zarokan bû û ew bi tenê dixebitî. Min di hepsê de bi dehan car ji bo Alî daxwazname nivîsandin lê tew bersiv jî nedan. Doza wî jî venebû. Dadger û dozgerên wî 7 mehan di girtîgehê de hiştin, 12 roj berê wî tahliye kirin. Diyar e ku kesê di wêne de ne ew bû ye. Alî ji hepsê derket lê belê li holê xuya nake. Niha winda ye.”    ALÎ HAJILON LI KU YE?   Alinak da zanîn ku wan derbarê Hajilon de xwe negihandiye tu agahiyan û got: “Tenê dadger, polîs û îstîhbaran dizane ku ew hatiye berdan. Alî li ber deriyê girtîgehê hat revandin gelo? Kî revandiye? Dewleta Îranê li kî dera vê hevsengiyê ye? Alî di destê polîsên Qersê ye gelo? Birine ku? Rayedarên dewletê bepirsiyar in ku derbarê rewşa Alî de daxuyanî bidin. Ev wezîfeya wan e. Ez bang li wan dikim ku wezîfeya xwe bicih bînin û dixwazim ku ji bo Alî daxuyanî bidin. Ez pirsa xwe dubare dikim; Alî Hajilon li ku ye?”    Alinak ji bo dîtina Hajilon banga lezgîn li raya giştî kir.    MA / Adnan Bîlen