Li Sêrt û Êlihê lidarxistina çalakiyan hat qedexekirin 2020-09-22 10:38:09 ÊLIH/SÊRT – Li Sêrt û Êlihê, heya 15 rojan lidarxistina çalakiyan û bernameyan hat qedexekirin.  Li Sêrt û Êlihê, heya 15 rojan lidarxistina çalakiyan û bernameyan hat qedexekirin. Walîtiyên her du bajaran di daxuyaniyên dan de, dest nîşan kirin ku ji bilî çalakiyên ji aliyê walîtiyê ve bên qebûlkirin, li darxistina mîtîng, civînên li cihên sergirtî û vekirî, xwepêşandan, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, vedana kon, danîna stantan, çalakiyên rûniştinê, kampanyayên îmzeyan, merasîmên bîranînê û hemû çalakî û bernameyên bên lidarxistin ji bo 15 rojan hatin qedexekirin.