Di bêçareseriya Heftenînê de ‘tampona’ nû 2020-09-22 10:00:23 RIHA - Di operasyona “Pençe-Piling” a ku 3 mehin tu encamek nehatiye girt de, rêbazên nû hatin avakirin. Di civîna hevpar a TSK, MÎT û KDP’ê de, biryar hat dayîn ku ji Şêladizê heya ava Xabûrê qereqolên pêşmergeyan bên avakirin. Bi vê tê hedefkirin ku rêyên girîng ên hevbîr ên herêmê bên kontrolkirin.   Ji ber ku Tirkiyeyê, ji operayona “Pençe-Piling” a di 17’ê Hezarînê de li herêma Heftenînê ya girêdayî Kurdistana Federe dest pê kir tu encam bi dest nexistin, niha jî dest bi rêbazên nû dike. Ji bo herêma operasyonê ya ku Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) tu encam jê negirt, niha jî Teşkîlata Îstixbaratê ya Netewî (MÎT) ket dewrê. Li gorî agahiyên ji rayedarekê leşkerî ya herêmê hat bidest xistin, di saeta 20.00’ê şeva 23’yê Tebaxê, li avahiyek aîdê Wezareta Perwerdê ya Kurdistana Federe ya li gundê Kore a girêdayî Mesîfê, bi tevlîbûna fermandarên pêşmerge yên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (KDP) Sîdad Barzanî, Sîrwan Barzanî, Sîrwan Hûso, Mirxan Jajûkî û ji Nûnertiya MÎT’ê ya Dihokê 3 generalên tirk beşdarî cîvana hat lidarxistin bûne.   ARMANC HERÊMA TAMPONE   Di vê civînê biryar hat dayîn ku civînek duyemîn bê lidarxistin û fermandarên pêşmergeyên Dihokê beşdar bibin. Ev civîna duyemîn jî saet 23.00’yê şevê hat lidarxistin. Divê civînê de, biryar hat dayîn ku ji Şêladizê heya ava Xabûrê (li qûntarên Çiyayê Metîna) qereqolên pêşmergeyan bên avakirin. Bi vê armanc dikin ku rêyên girîng ên hevbîr ên herêmên Garê, Zebarê, Metîna û Heftenînê bên kontrolkirin.  Bi vî awayî Tirkiyeyê, ji bo herêma tampon a ku dixwaze li herêmê ava bike, erka “Dîwar” da hêzên pêşmergeyên KDP’ê. Tê plankirin ku komên girêdayî Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (SMO), cerdevanên gundan, erêbên Sûnnî û komên tirkmen ên li derdora Mûsilê hatine komkirin, li vê herêmê bên bi cihkirin.    BARZANÎ BI GUMANE   Heman rayedarê leşkerî, diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê ya Federe Mesrûr Barzanî, di civînên li Dihok, Zaxo, Akre, Şêladizê û Batûfa hatin lidarxistin de, nirxandina ku “Wê YNK û PKK bidin yek û êrîşî me bikin” kiriye. Rayedarê leşkerî, rewşa ku KDP niha di navê deye, şiband pêvajoya salên 1996’an û agahiya Nûnerê  Soran ê KDP’ê Alî Evnî ji bo Nûnertiya Zaxo hatiye tayînkirin da.    JI BO DIHOKÊ WALIYÊ TAYBET   Rayedarê eskerî, dest nîşan kir ku Waliyê Dihokê Alî Tatar jî berî dest bi peywira xwe bike, li Tirkiyeyê 6 mehan hatiye perwerdekirin û erka “li herêmê PKK tesfiye kirin, ji herêmê derxistin û bi rêbazên şantajan têk birin” ji bo Tatar hatiye dayîn.    MA / Erdogan Altan