Parkên li Artûklûyê wêran bûne 2020-09-22 09:12:41 MÊRDÎN - Li Artûklûyê, dar û kulîlkên li parkên ku xwes xwedîtiyê li wan nake hişk dibin. Welatiyan xwest park bên çêkirin.  Şaredariya Artûklûyê ya AKP'î di rapora xwe ya xebatê ya 2019'an de diyarkiribû kiriye ku park hemû hatine selihandin. Lê belê di asasê xwe de parkên ku behsa wan tê kirin ji ber bêxwedîtiyê êdî hema bibêje kes naçe wan. Li 46 parkên aydê şaredariyê dar û kulîlk hişk bûne. Her wiha ripinên li parkan jî zer bûne. Ligel vê çopên li parkan jî nayên berhevkirin. Lê belê ji dîmenên parkên 2014-2016'an ên prakên navbirî de, tê xuyakirin ku heman park şînahî bûne, lê belê niha ji ber kes guh li wan nake kavil bûne.    Şêniyên taxê anîn ziman ku ji bo parkan gelek caran serî li şaredariyê dane, lê belê dîsa jî tiştek nehatiye kirin. Ceyhan Erdolû ku mala wî li Taxa 13'ê Adarê ye, diyar kir ku di sala 2009'an de ji bo li taxa wan park bê çêkirin îze berhev kirine û piştî îmzeyan Parka Ataşehîrê hatiye çêkirin. Erdolû got: "Kes xwedî li wan dernakeve. Mirov dixwazin bên vê derê bêhna xw ebidin. Lê ji ber kes xwedî lê dernekeve mirov jî naxwazin bên vê derê."    Erdolû, ji bo zerbûna ripinên parkê jî anî ziman ku ne ji ber demsalê ye û got: "Tenê ne ev park e. Rewşa hemû parkan werê ye. Tim dibêjin 'em ê têxin rojeva xwe", lê belê tiştekî nakin. Em dixwazin park bên selihandin."