Mirina gumanbar a eskerê kurd: Nîşeya ku ji dêvla wî nivîsandine ji bo lêkolînkirinê şandine 2020-09-22 09:11:02 STENBOL - Esker Mûstafa Araz li Babaeskiyê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Piştî mirina Araz lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lê belê nîşeya "întiharê" li dosyeya wî hatiye zêdekirin. Bavê wî Hasan Araz, der barê nîşeya navbirî de got: "Ê nîşe nivîsandiye ne kurê min e. Nivîsên kesên ku nîşe nivîsandine ji bo lêkolînê hatine şandin."     Esker Mûstafa Araz ê 23 salî di 12'ê Gulanê de li Fermandariya Zirxî ya 1'emîn a navçeya Babaeskî ya Kirklareliyê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Rayedarên eskeriyê der barê Araz de daxuyaniyek dabûn û gotibûn, di 11'ê Gulanê de nerihet bûye û wî rakirine nexweşxaneyê, lê belê piştî çûye nexweşxaneyê xeber jê nehatiye girtin û rojek şûnde li avahiyeke kavilbûyî ya AVM'yê întihar kiriye.    ÎDIAYA JI BO NÎŞEYA ÎNTIHARÊ    Piştî bûyerê malbata Araz jî ferq kiriye ku milên Mûstafa hatiye girêdan û li ser canê wî dewsa lêdanê hebûye. Piştî vê malbat diçe Dozgeriya Babaeskiyê û gilî dike. Lêpirsîna der barê mirina Araz de hîn jî didome, lê belê li dosyeya wî nîşeyek hatiye bicihkirin û di nîşeyê de tê îdiakirin ku Araz întihar kiriye.    Di nîşeyê de ev tişt hatiye nivîsandin: "11.05.2020 Xelasbûyîn, Xwedêyo min efû bike, ji ber vê jiyanê û mirovan pir westiyam. Bila dewleta me û miletê me sax be, bila welat sax be. Malbata min a hêja, min efû bikin. Bi xatirê we. Dayê û bavo, heqê xwe li min helal bikin..."    Wêneyên vê nîşeyê ku ji telefonê hatiye girtin nîşanî bav Hasan Araz hatiye dayîn.    Midûriyeta Laboratûvarê ya Polîsan a Krîmînalê ya Stenbolê jî der barê vê nîşeya navbirî de îdia kiriye ku nîşe aydê Mûstafa Araz e.    LI GORÎ RAPORA PISPORIYÊ NÎŞE AYDÊ ARAZ E    Di raporê de hatiye diyarkirin ku li gorî lêkolînên hatine kirin û danberheviya destxetên heyî, destxeta navbirî "aydê kesê bi navê Mûstafa Araz e."    ÎTÎRAZ: LÊNÛSKA AYDÊ ARAZ NEHATIYE LÊKOLÎNKIRIN    Piştî vê parêzerê malbatê Cesîm Parlak jî îtiraz kir. Parlak, di îtiraza xwe de diyar kir ku lênûska aydê Mûstafa Araz radestî malbatê hatiye kirin, lê belê di Rapora Pisporiyê de nehatiye diyarkirin ku defter aydê Araz e û destxeta nîşeya navbirî û ya defterê nedane ber hev, lewma ne mimkun e ku rapora xwe hî bê qebûlkirin.    BAV ARAZ: WAN NÎŞE NIVÎSANDIYE    Têkildarî mijarê em bi bav Hasan Araz re axivîn. Bav Araz, anî ziman ku nîşeya navbirî ji aliyê kurê wî ve nehatiye nivîsandin û nivîsa hatiye nivîsandin şibandine ya kurê wî. Bav Araz got: "Kurê min, berî jiyana xwe ji dest bide bi rojekê bi birayê xwe re xeber daye. Tu derdekî wî tunebû. Çima yê întihar bike? Bi ya min kurê min hatiye kuştin."    Bav Araz, anî ziman ku piştî kurê wî jiyana xwe ji dest daye 2 hefte şûnde çûye Babaeskiyê û got: "Fermandar, ji telefona xwe wêneyê vê nîşeyê rê min da. Got, 'Lê binêr nîşeyeke wis anivîsandiye.' Me ji wan rûpel xwest, lê belê gotin 'me ji bo lêkolînê şandine' û nedan me. Gava lênûska nîşeyan a kurê min dane me ev nîşe tê de tunebû. Lênûskek ji me re şandin. Rûpelek ji wê lênûskê jê kiribûn. Em nizanin bê di wê rûpelê de çi hatiye nivîsandin. Li ser nîşeyan dîroka roja nivîsandinê nehatiye nivîsandin. Lê belê di rûpela ku nîşeya întihar tê de dîrok heyeç Fikra min; ê ew nîşe nivîsandiye ne kurê min e. Wan nivîsandiye. Nivîsên kesên ku nîşe nivîsandiye ji bo lêkolînê hatine şandin. Nivîsên ji bo lêkolînê hatine şandin jî bêdîrok in û hin belgeyên fotokopiyî jî nehatine pesendkirin. Madem wê nivîs bidana ber hev du çima ji me tiştek nexwestin. Nivîsên berê yên kurên min heneç Lênûska wî ya nîşeyan heye. Van tiştan ji me nexwestin. Kurê min kuştin û ji bo ser bûyerê bigirin werê dikin. Dixwazin delîlan ji holê rabikin."    Bav Araz, destnîşan kir ku ev qas roj derbas bûne lê belê hîn jî rapora otopsiyê derneketiye, şolîbûna dîmenn kamerayan nehatiye helkirin, di dosyeyê de tu pêşketin çênebûne û heyeteke psipor li cihê bûyerê keşif nekiriye, tê xwestin dosye bê girtin û got, ev tişt hemû jî nîşan didin ku kurê wî hatiye kuştin.    Her wiha Araz destnîşan kir ku lêkolînkirina nîşeya der barê întiharê de jî gumanên wan zêdetir kirine.   MA / Îdrîs Sayilgan