Komîna yekemîn li Reqayê hate avakirin 2018-01-08 11:40:39 REQQA - Komîteya Avakirina Meclîsan, li ser daxwaza şêniyên taxa El-Meşleb, komîna taxê ava kir. Piştî ku Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) bajarê Reqqayê ji DAIŞ‘ê rizgar kir û ewlehî herêmê bi cih anî, rêveberiya herêmê radestî Meclîsa Sivîl a Reqayê kir. Meclîsa Sivîl a Reqayê yekser dest bi xebatên rêxistinkirina herêmê kir  û heta niha gelek xebatên ber bi çav ji nûve avakirina bajar û rêxistinî da meşandin.   Komîteya Avakirina Meclîsan a girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê, piştî Reqqa ji destê DAIŞ'ê hat azadkirin, li ser daxwaza şêniyên taxa El-Meşleb, bi civînekê yekemîn komîn ava kir. Civîn li El- Meşleb ango taxa 5 bi beşdarbûna welatiyên taxê û endamên komîteya Avakirina Meclîsan hate lidarxistin û bi rêzgiritnê dest pê kir. Endamên komîteyê rêziknameya komînan û mekanîzmeya hilbijartinan şîrove kirin.   Paşê, ji bo diyarkirina  hevserokên komînê, hilbijartin dest pê kir, di encamê de Zeyneb Hisên El-Ehmed û Ibrahîm El- Xelef  bûne hevserokên  komîna taxa El-Meşleb.   Di civînên de her wiha komîteyên lihevanînê, civakî, jin, parastin û perwerde hatin avakirin. Di derbarê vê mijarê de, endamê Komîteya Avakirina Meclîsan Cemîl Haco, avakirina komînê li welatiyên taxa El- Meşleb pîroz kir û bang li wan kir ku cihê xwe di nava komînan de bigirin û bi rihê berpirsyarî ji bo xizmeta taxê bixebitin.