Dozgeriyê ji bo îşkenceya bi darê beyzbolê got 'îdiayeke nedîtbar' û biryara 'neşopandinê' da 2020-09-22 09:07:47 MÊRDÎN - Li derdora Dêrik û Şemrexê di dema qedexeya derketina derve de 8 kes hatibûn binçavkirin û di dema binçavkirinê de bi darên beyzbolê li wan hatibû xistin. Kesên hatibûn îşkencekirin rapora derbkirinê wergirtibûn û tevî raporê serlêdan kiribûn. Lê belê bi hinceta "îdiayeke nedîtbar" der barê serlêdana wan de biryara "neşopandinê" hatiye dayîn.    Di 17'ê Kanûna 2019'an de li derdora navçeya Dêrik û Şemrexê yên Mêrdînê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Piştî ragihandina qedexeyê bi 3 rojan li gundê Şêb û Şêba Jorê 8 kes hatibûn binçavkirin. Her 8 kes di 24'ê Kanûnê de bi şertê kontrolkirina edlî hatibûn berdan. Lê belê bi hinceta ku li Qereqola Cendirmeyan a Bajêr bi darê beyzbolê li wan hatiye xistin û hatine îşkencekirin li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê giliyê eskeran kiribûn.    Îşkenceya li welatiyan hatibû kirin, di 21'ê Kanûnê de bi serlêdana parêzerên wan di raporên wan ên derbkirinê de jî cih girtibû. Di raporê de hatibû diyarkirin ku ji ber lêdan û îşkenceyê laşê wan reş bûye.    Her wiha ev yek di rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) de jî wiha cih girtibû: "Heyderê Oktay Esed cardiin vegeriya."    Di rapora pêzaniyê de jî qeydên kamerayên nezaretxaneyê, raporên lêdanê û beyanên welatiyan cih girtibûn. Di raporê de hatibû diyarkirin ku mudaxileyeke fizîkî nehatiye tespîtkirin lê belê kesê wekî "V" hatiye diyarkirin bi telîmate eskeran ji nezaretxaneyê hatiye derxistin û gava ji nezaretxaneyê hatiye derxistin pêlava wî di niga de bûye, lê belê gava vegeriyaye dikuliya û qeytanên pêlavên wî vekirîbûne.    Di heman raporê de ji bo kesê wekî "P" hatiye binavkirin jî heman tişt hatiye gotin û her wiha hatiye gotin ku gava "P" vegeriyaye û di ber qawîşa kesê bi navê R re derbas bûye kefa destê xwe rê wî daye.    Li gel raporên lêdanê û îşkenceyê jî dozgeriyê got "îdiayeke nedîtbar" û der barê lêpirsînê de biryara "neşopandinê" da.    Lê belê parêzeran îtirazî vê biryara dozgeriyê kirin û serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê dan. Her wiha parêzeran destnîşan kir ku muwekîlên wan wan bi awayekî saxlem hatine binçavkirin lê belê gava hatine berdan birîndar bûne.    MA / Ahmet Kanbal