Qedexeya 'du standardî' hezar û 402 roj in didome 2020-09-22 09:07:12 WAN - Qedexeya Walîtiya Wanê ya ji bo lidarxistina çalakiyan hezar û 402 roj in didome. Hevşaredarê HDP'ê yê Rêya Armûşê Tûncer Sagniç, nerazîbûna xwe ya ji bo vê qedexeya ku ji bo çalakiyên AKP'ê nederbasdar e anîn ziman û got, walî eynî wekî Serokê Bajêr ê AKP'ê tevdigere.    Li Wanê hîn jî qedexeya ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an hat îlankirin didome. Qedexeya ji bo lidarxistina çalakiyan di roja hezar û 402'yan de ye. Walîtiya Wanê ji 21'ê Mijdara 2016'an ve her 15 rojan carekê dema qedexeyê dirêj dike. Ji ber vê qedexeyê çalakiyên partiyên muxalif û rêxistinên civaka sivîl jî tên astengkirin. Lê belê qedexeya navbirî ji bo tu çalakiyên AKP'ê nederbasdar e.    HDP: DU STANDARDΠ   Hevserokê HDP'ê yê Rêya Armûşê Tûncer Sagniç, anî ziman ku astengiyên li ber azadiya fikr û ramanê her diçe dorfirehtir dibin. Sagniç, bilêv kir ku armanca van qedexeyan, ew e ku pêwendiya bi civakê re bêq utkirin û got, Waliyê Wanê eynî wekî Serokê Bajêr ê AKP'ê tevdigere.   Sagniç got: "AKP, bi koordînatoriya walîtiyê her tiştî dike. Mesela çend roj berê kongreya AKP'ê ya navçeya Rêya Armûşê hat lidarxistin. Çendî ku pandemî heye jî gelek kes li hev kom bûbûn. Di dîwanê de tenê Waliyê Wanê kêm bû. HDP'ê ji bo endaman xwest standê veke lê qedexekirin. Lê belê ji bo organîzasyon û xebatên AKP'ê tu qedexe tunene. Em gotina wan a ji bo vê yekê meraq dikin."    Sagniç, destnîşan kir ku a tê kirin du standardî ye û tiştekî bêhiqûqî ye û got: "Lê em ê her tim vê ferasetê teşhîr bikin."    Her wiha Sagniç, anî ziman ku AKP bê destûr çalakiyên xwe li dar dixe û got, lê belê piraniya serlêdanên wan jî tên redkirin. Sagniç got: "Mafê me yê rxistinbûyînê û azadiya fikr û ramanê heye. Yanî mafê me heye em li kuçe û kolanên bahêr hemûyan xebatên xwe yên rêxistinbûyînê bikin. Ev mafekî qanûnî ye. Em ê jî heya dawiyê vî mafê xwe bi kar bînin."   Sagniç got: "Heger hûn di formata TRT'ê de mîtîngekê yan jî çalakiyekê li dar bixin wê neyê qedexekirin. Lê gava hûn rabin pirçandîtiyê esas bigirin û ji bo vê bixebitin wê xebatên we bên astengkrin. Bi van qedexeyan re mudaxileyî definkirina cenazeyan jî dibin. Êdî rewş wisa bûye ku mirov nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî kurdî jî biaxivin."    Sagniç, destnîşan kir ku li dijî van qedexeyan divê ebrtek bên nîşandan û got, ev rewş tenê partiya wan qeleqedar nake û got: "Ev yek bandorê li tevahiya civakê dike. Ev yek hemû partî, sazî û dezgehên muxalif eleqedar dike."