Ciwanan bi derfetên xwe li gund pirtûkxaneyek ava kirin 2020-09-22 09:05:39 ÎDIR - Ciwanên ku ji bo "nifşeke lêkolîner û xwende" li navçeya Başanê pirtûkxaneyek ava kirin gotin: "Armanc, nifşeke pirsker derkeve holê."  Li taxa Hesenxan a navçeya Başan a Îdirê hin ciwanan bi derfetên xwe pirtûkxaneyek ava kirin. Ji damezrênerên pirtûkxaneyê Şahîn Başdaş û Gokhan Keçe, anîn ziman ku hem ji bo ciwanên xwendekar karibin dersê bişixulin hem jî ji bo nêvengeke fikrî çêbibe pirtûkxane ava kirine. Her wiha ciwanan diyar kir ku armanca wan ew e ku nifşeke pirsker derkeve holê.    Şahîn Başdaş, anî ziman ku fikra ji bo avakirina pirtûkxaneyê ji bo di warê perwerdehiyê de piştgiriya ciwan û zarokan bikin derketiye holê û got: "A rast ev, tiştekî dernegmayî ye. Lê ji ber ku derfetên me jî tunebûn me dereng ava kir. Pêşî ji bo boyaxkirina pritûkxaneyê, ji bo stendina amûrên wê û ji bo alîkariyê me li ser hesabê xwe yê medyaya civakiyî hin parvekirin kirin. Di destpêkê de, di warê aborî û manewî de em bi hin pirsgirêkan re rû bi rû man. Lê axirê me vekir û ji ber ku me ji bo zarok û ciwanên gundê xwe ev der vekiriye em kêfxweş in. Ji bo em ji ciwanên xwe re deverine nû peyda bikin me ev yek kir."    Başdaş, anî ziman ku hejmara pirtûkên pirtûkxaneyê kêm in û got: "Niha nêzî 500 pirtûkên me hene. Pirtûkên din jî piştî komîsyona MEB'ê pesend bike wê bigihên ber destên me. Wê di pirtûkxaneya me de pirtûkên der barê pêdiviyên ciwanan de hebin. Wê testên dersan, klasîkên cîhanê, çîrok, pirtûkên zanist û dîrokê hebin."    NIFŞEKE PIRSKER    Gokhan Keçe jî anî ziman ku salek berê plansaziya pirtûkxaneyê kiribûn, lê belê ji ber derfetên wan tunebûne nikaribûne bikin û got, piştî li gund devereke aydê keyatiyê vala bûye pirtûkxane ava kirine. Keçe got: "Ji bo boyaxkirina pirtûkxaneyê, xêzên li ser û paqijiya wê hin hevalên me yên dilxwaz alîkaria me kirin. Li vê derê em li gor derfetên xwe piştgiriya ciwanan dikin. Em li bendê ne hevalên li Îdirê seredana pirtûkxaneya me bikin û alîkariyê bikin. Em naxwazin tenê ji bo pirtûkan li refên pirtûkxaneyê bi cih bikin werin, em dixwazin werin zanyariya xwe bi bi hevalan re parve bikin. Nexasim jî em dixwaziin hevalên jin xwedî li vê derê derkevin. Armanca me, nifşeke pirsker derkeve holê, ne feraseteke qoqperest."    Keçe ji bo alîkariyê jî bang kir û got: "Em dixwazin hevalên pirtûkên wan hene bi me re parve bikin."    Nazli Başdaş jî ku amadekariyên ji bo zanîngehê dike anî ziman ku wê pirtûkxane pir bi kêrî wan bê û got, êdî cihekî wan ê ku karibin lê bixebitin heye.    MA / Ozlem Yayan