Denîz Nakî rastî êrîşa bi çek hat 2018-01-08 11:12:22 AMED - Lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî, dema ku bi wesayîta xwe ji bajarê Aachenê yê Elmanye diçû Kolnê, rastî êrîşek çekdarî hat. Lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî, di saetên şevê de, dema ji bajarê Aachen ê Elmaya diçû Kolnê, kesên nasnameya wan ne diyar gule lê reşandin. Hat diyar kirin ku gule li wesayîta Nakî ketine û rewşa tenduristiya wî başe. Têkildarî bûyerê polîsên Elman lêpirsîn da destpêkirin.     Nakî derbarê bûyerê de, diyar kir ku wî kesên gule li wî reşandin nedîtin û wiha got: "Çend caran gule berdan. Du gule li wesayita min ketin. Êrîşkar bi lez û bez ji cihê bûyerê reviyan. Bi fikar im; dibe ku ev êrîş ji aliyê MÎT'ê ve hatibe kirin."   Nakî bal kişand ser pirsgirêkên xwe yên hiqûqî ku çend salin li Tirkiyeyê derdikevin pêş û bi bîr xist ku Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan beriya niha bi demekê eşkere kiribû ku hin kom li Ewropayê plana sûîqestê li dijî kurdên navdar dikin. Nakî her wiha bi bîr xist ku 9'ê Çileya 2013'an Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê di encama sûîqestê de hatin kuştin û wiha  bilêv kir: "Dibe ku piştî 5 salan xwestin li min jî sûîqestê bikin. Lê nekarîn bikin, wê nikaribin bikin. Natirsim, sekna me bi serbilindî ye."   Lêpirsîna derbarê bûyerê de didome.