Siyasetmedarê 65 salî bi hêceta “pergala cemaweriyê’ nehat berdan 2020-09-21 15:12:08   AMED – Siyasetmedar Celal Yoldaş ê 65 salî bi hêceta “parastina pergala cemaweriyê” nehat berdan.   Siyasetmedar Celal Yoldaş di çarçoveya lêpirsîna li dijî Komeleya Jinan a Rosa hat girtin û tê darizandin îro derket pêşberî dadger. Danişîna ewil a doza Yoldaş bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” lê hatiye vekirin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Yoldaş bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê beşdarî danişînê bû û parêzerên wî Mehdî Ozdemîr û Cemîle Turhalli di danişînê de amade bûn.    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û rêveberên DBP’ê doz şopandn.    ÇALAKIYÊ BEŞDAR BÛYE YASAYÎ BÛNE    Yoldaş parastina xwe bi kurdî kir û got çalakiyên ew beşdar bûye hemû bi destûra yasayî hatine lidarxitsin û sûcên li ser xwe red kir û xwest were berdan.    Dozger xwest şahidê nepen were guhdarkirin û bi hêceta revê û veşartinê dewama girtina Yoldaş da.    Parêzerên Yoldaş jî parastina miwekîlê xwe krin û xwestin miwekîlê wan temenê wî 65 salî ye were berdan.    Şandeya dadgehê bi hêceta “parastina pergala cemaweriyê” berneda û biryara dewama girtinê da û danişînê  taloqî 2’yê kanûnê kir.