‘Nebûna êşkenceyê’ derket asta welatî ji helîkoptêrê werin avêtin 2020-09-21 14:58:28 NAVENDA NÛÇEYAN – Di demên dawî de rayedar her çiqas îdia bikin bêjin êşkence “kêm bûye” jî lê rêbaza êşkenceyê gihîşt asta ku însan ji helîkoptêrê werin avêtin. Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar bal kişand ser xetereya bûyerê û ew bi zîhniyetek salên 90’î derbas kiriye re rûbirû ne.    Li Tirkiyê hema bêje her serdem bi awayên cuda mînakên rêbaza êşkenceyê derdikevin holê. Êşkence wek kirinek sîstematîk rastiya xwe radixe ber çavan. Li gorî rapora Binpêkirina Mafê Mirovan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ku eşkere kiriye di sala 2019’an de 447 bûyerên êşkenceyê û muameleya xerab qewimîne. Li gorî raporê tê diyarkirin ku di 5 salên dawî de ji ber “rejîm ber bi otorîteriyê” ve çûye yên ku van êşkenceyan û muameleya xerab dikin polîs, esker, notirvan û gardiyan in.    DIGOTIN ‘ÊŞKENCE NEMAYE’ LÊ…    Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan di 30’ê gulana 2019’an de “Belgeya Stratejiya Reforma Darazê” bi gotinên “ji êşkenceyê re tolerans tune ye” dabû danasîn. Halbûkî piştî van gotinan yek ji navê herî rayedar ê berpirsiyarê van mijaran Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ye û wî bi xwe gotibû lingê firoşkarê tiryakê bişkînin û ferman dabû polîsan ku sûc bixin stûyê wî.    Piştî vê fermanê Soylû her car got “êşkence” û “muameleya xerab” li Tirkiyê kêm bûye. Li gorî hejmara Soylû dide qey meriv dibêje li welat qet bûyerên xerab naqewimin.    BAKURÊ KURDISTANÊ BÛYE NAVENDA ÊŞKENCEYÊ    Li bajarên Bakurê Kurdistanê êşkence û muameleya xerab ên bi destê polîs, notirvan û leşkeran tê kirin gihîştiye asta herî jor. Li gorî daneyên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di 10 salên dawî de 690 kes hatiye êşkencekirin. Ev êşkence jî ji aliyê polîs, leşker û cerdevanan ve hatiye kirin.    LI AMED Û RIHAYÊ MÎNAKÊN ÊŞKENCÊ DERKETIBÛN HOLÊ    Di salên dawî û mehên dawî de êşkenceya li dijî welatiyên kurd ên li Bakurê Kurdistanê derketiye astek xeternak û xofê dixe nava xelkê. Li navçeya Rezana Amedê M.E.C ê bi sûcê polîs kuştiye, li emniyeta Amedê eşkere hatibû êşkencekirin û wêneyê wî bûbû rojev. Pişt re siyasetmedar û aktîvîsta jin Rojbîn Çetîn li Amedê li mala xwe hatibû binçavkirin û polîsan bi kuçikan êşkence lê kiribû. Li Rihayê jî par û îsal gelek welatî hatin êşkencekirin.    JI HELÎKOPTÊRÊ HATINE AVÊTIN   Wêneyên êşkenceya eşkere herî dawî ji navçeya Şaxê ya Wanê hatin. Esker di 11’ê îlonê de li Şaxê derdikevin operasyona eskerî û welatiyê bi navê Osman Şîban û Servet Tûrgût binçav dikin. Di raporên nexweşxaneyê de derket holê her du welatî ji helîkoptêrê hatine avêtin. Şopên êşkenceya li ser çavê Osman Şîban her tiştî zelal ango êşkenceya ku dibêjin “nemaye, hindik bûye” radixe ber çavan.    Rayedaran derbarê êşkenceya li Şîban û Tûrgût hatiye kirin daxuyanî nedan û raya giştî agahdar nekirine.    BÛYERÊN ARJANTÎNÊ ANÎ BÎRA MIROV    Bûyera ji helîkoptêrê avêtin a li Wanê bûyerên avêtina însanan a ji helîkoptêran di navbera salên 1976-1983’yan de li Arjantînê pêk dihatin anî bîra mirovan. Her wiha vê êşkenceya li Şaxê rêbazên êşkenceya salên 90’î li Bakurê Kurdistanê jî anî bîra însanan.    SEROKÊ BAROYÊ: ÊŞKENCEYÊ SALÊN 90’Î DERBAS KIR    Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar têkildarî bûyera li bajarê wan qewimiye nirxand û diyar kir ku malbat di 13’ê îlonê de hîn dibin ku Osman Şîban û Servet Tûrgût di binçavan de ne û li beşa venêrîna awarte tên tedawîkirin. Ûçar got çawa wan bûyer bihîstiye dest bi lêkolînan kirine û derbarê bûyerê de li dozgeriyê gilî kirine. Ûçar bal kişand ser xetereya bûyerê û ew bi zîhniyetek salên 90’î derbas kiriye re rûbirû mane. Ûçar got tu gotin nikare vê bûyerê û zîhniyetê rave bike û ev ji bo siberoja welat gelek xetere ye.    MA / Omer Çelîk