HDK: Nexşeya derketina qeyranê rakirina tecrîdê ye 2020-09-21 14:47:52   STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu, têkildarî “Deklarasyona Aştiyê” ya HDP'ê daxuyanî da û diyar kir ku nexşerêya derketina Tirkiye ya ji qeyranê rakirina tecrîdê ye."       Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî kampanya "Deklerasyona Aştiyê" ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di 1'ê Îlonê de aşkere kir, li avahiya xwe ya Beyoglu civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut û gelek kesên din amade bûn. Di civînê de Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu, anî ziman ku di qada aborî, siyasî, tenduristî, ekolojî û têkiliyên navneteweyî  û gelek qadên din de Tirkiye qeyranek pir kûr dijî. Ugurlu, anî ziman ku di nava kedkar û karkeran de betalî û xizanî her ku diçe belav dibe û wiha got: "Bi milyonan malbatan mal û milkên xwe winda kirin. Di aboriyê de têkçûnek mezin heye. TL li dijî Dolar û Euro her ku diçe qîmeta xwe winda dike. Dowîzê ku karibe bibe bersîva enerjî, tenduristî û gelek pêdiviyên din tune. Îqtidara siyasî li dijî vê şewbê civak bi qedera xwe re hiştiye."    Ugurlu, anî ziman ku îqtîdarê di demên dawî de Yekîtiya Tabîbên Tirk (TBB) jî kiriye hedefa xwe û wiha got: “Îqtîdar darazê dike wekî ço û li dijî dengên muxalif bikar tîne. Dixwaze hêz û kesên muxalif bêdeng bike. Bi keyfî binçav dikin û digirin. Herî zêde xizmetkarên tenduristiyê ji ber şewbê jiyana xwe ji dest didin û êdî nikarin kar bikin. Em li cem TTB'ê ku mafê hemû xizmetkarên tenduristiyê diparêze cih digirin û li pişt wan in. Polîtîkayên ku gel bi qedera xwe re hiştine, qeyûm tayînî rêveberiyên herêmî kirin. Mafê jiyanê îhlal dike. Bi taybetî li bajarên Kurdan welatiyan bi şewbê re rû bi rû dihêle. "    Ugurlu, destnîşan kir ku îqtîdar dijminê jinê ye û wiha lê zêde kir: "Ji ber îqtîdar dijminê jine ye, kujer bê ceza dimînin. Bêyî ku ceza bixwin serbest tên berdan. Tundî zêde dibe. Tundiyê bi kuştina jinan berdewam dikin."    ÇARESERÎ RAKIRINA TECRÎDA  OCALAN E    Ugurlu, bal kişand ser rol û rista hêzên muxalif û demokratîk û wiha berdewam kir: "Li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê, karker, çotkar, rewşenbir, akademisyen, hunermend û hemû kesên li vî welatî aştî û demokrasiyê dixwaze tivê tev hêza xwe bikin yek û bi hevre li ber xwe bidin .Ger ku em nebin yek rojên tarî li pêş me ne. Divê li şûna polîtîkayên berberî, perçekirin û aloziyê em polîtîkayên wekhevî, diyalog û aştiyê pêş bixin. Di navenda çareseriyê de Birêz Abdullah Ocalan heye. Ocalan di hevdîtina xwe de got 'Ez dikarim di hefteyekê de çekan ji holê rakim' Ev gotin ji bo kesên di şer de israr dike kabûs e. Bi dehan caran got ji bo şensa aştiyê bidin Tirkiyeyê divê rêya diyalog û muzakereyan vekin. Ji ber vê yekê divê demek berî demekê tecrîdkirina li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Divê rê li pêş aştiyê bê vekirin. Eger aştî û demokrasî li Tirkiye serwer bibe, dê li welatên Rojhilata Navîn jî nirxên aştî û demokrasiyê bilind bibe. Ji bo Tirkiye ji qeyranê derkeve divê berî her tiştî Tecrîd bi dawî bibe. Divê rêya diyalog û çareseriyê bê vekirin. Ji ber vê yekê Deklerasyona Aştiyê ya HDP'ê ku di 1'ê Îlonê de  aşkere kir bi qîmet e. Dem dema ku em polîtîkayênk ji bo aştiyê pêş bixin e. Em ê her tim bêjin aştî û her tim ji bo aştiyê têbikoşin. Ev israr û têkoşîna me deynê me yê gelê me ye."