Parlamenter Temel avêtina gundiyan a ji helîkopterê bir rojeva meclisê 2020-09-21 14:33:59   WAN – Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel, rewşa Osman Şiban û Servet Tûrgût ku li Wanê piştî binçavkirina xwe ji helîkopterê hatibûn avêtin, bir rojeva meclisê.    Di 11’ê îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê, leşkerên ku derketibûn operasyonê welatiyên bi navê Osman Şiban (50) û Servet Tûrgût (55) binçav kiribûn û heta 2 rojan agahî ji wan nehatibû girtin. Piştî 2 rojan Şiban û Tûrgût, li beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê derketibûn holê. Bi rapora nexweşxaneyê hat belgekirin ku Şiban û Tûrgût ji aliyê leşkeran ve ji helîkopterê hatine avêtin.    Şiban ku hê jî bi ser hişê xwe ve nehatiye duh ji nexweşxaneya hat tabûrcîkirin, lê Tûrgût hê jî li beşa lênêrîna warte ya nexweşxaneyê tedawî dibîne. Heta niha jê aliyê rayedar û saziyên fermî ve derbarê mijarê de tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel, rewşa Osman Şiban û Servet Tûrgût bir rojeva meclisê û bi daxwaza ku Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû bibersivîne pêşnûmepirsekê da Serokatiya Meclisê.   Parlamenter Temel, di pêşnûmepirsa xwe de cih dabû geşedanên derbarê bûyerê de û ev pirs ji Wezîrê Karê Hundir Soylû kirin:   * Welatiyên bi navê Osman Şiban û Servet Tûrgût hatine binçavkirin? Heke hatibin binçavkirin wan birine kuderê?    * Angaşta ku Osman Şiban û Servet Tûrgût ji helîkopterê hatine avêtin rast e? Heke angaşta mijara gotinê ye rast be kes/kesên ku Osman Şiban û Servet Tûrgût ji helîkopterê avêtine kî ne? Derbarê van kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin?   * Kêsên ku Osman Şiban û Servet Tûrgût birine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê kî ne?   * Heke angaşt rast be û li gorî qebûlkirinê ku îşkence sûcê mirovahiyê ye, hûn ê kîngê derbarê angaşta ku Osman Şiban û Servet Tûrgût ji helîkopterê hatine avêtin de daxuyaniyek bidin raya giştî?    * Di di navbera salên 2001-2020’an de çend mirovên sivîl  îşkenceya ku li wan hatiye kirin, bi rapora nexweşxaneyê hatiye tespîtkirin?