Walîtiya Şirnexê Herêmên Cûdî, Gabar û Geliyên Besta qedexe kir 2018-01-08 10:58:23 ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê herêma Cûdî, Gabar û Geliyê Bestayê bi sedema operasyona leşkerî heye li welatiyan qedexe kir. Walîtiyê heta 15 rojan "Herêma Ewlehiya Taybet a demborî" îlan kir.  Walîtiya Şirnexê li herêma Cûdî, Gabar û Geliyê Bestayê bi sedema operasyona leşkerî heye li welatiyan qedexe kir. Walîtiyê di navbera 8 û 22'ê Çile de ji bo 15 rojan "Herêma Ewlehiya Taybet a demborî" îlan kir. Li herêma Gabar, Cûdî û Geliyê Bestayê şer didome. Di çarçoveya operasyonan de 6 dolmîş cerdevan ji bajaroka Qesrikê çûn çiyayê Gabarê herêma operasyonê.