61 kesên din jî ji ber koronayê mirin 2020-09-20 19:12:59   NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Tenduristiyê ragihand ku îro 61 kes ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest daye û hezar û 519 kes bi koronayê ketine.    Wezareta Tenduristiyê tabloya îro ya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) belav kir. Li gorî rismê hatiye belavkirin îro 61 kes ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane û hezar û 519 kes jî bi koronayê ketine. Wezaretê got îro 95 hezar û 321 test hatine kirin û hezar û 456 nexweşên giran hene. Bi vê hejmara îro re li Tirkiyê hejmara miriyên koronayê derket 7 hezar û 506 kesan û hejmara pêketiyan jî gihîştiye 302 hezar û 867 kesan.