Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn 2020-09-20 17:18:23 MÊRDÎN – Zana, nivîskar û rojnamevanê kurd Apê Mûsa li ser xwe ya li gundê wî Stîlîlê hat bibîranîn.   Zana, nivîskar û rojnamevanê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) ê di 20’ê Îlona 1992’yan de li Seyrantepeya Amedê hat qetilkirin, li ser gora xwe ya li gundê Sitîlîlê ya Nisêbîna Mêrdînê hat bibîranîn. Komek rojnamevan û parlamenterên HDP’ê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. Kurê Apê Mûsa, Anter Anter mêvanan pêşwazî kir. Di biranînê de deqîqeyek rêz hat girtin.    PÊNÛSA WÎ LI ERDÊ NEMA   Anter Anter di bîranînê de axivî û diyar kir ku têkoşîna bavê wî daye destpêkirin dixwazin bidome.    Hevserokê Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firat Serdar Altan jî anî ziman ku tevî 28 sal bi ser qetilkirina Apê Mûsa re derbas bû jî têkoşîna wî didome û ew ê wek şopînerên Apê Mûsayan pênûsa wan li erdê nehêlin.    'DÎROKA KURDAN E’    Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Ji Çapemeniyê Berpirsiyar û parlamenterê Wanê Tayîp Temel jî da zanîn ku Apê Mûsa li ser xeta kurdbûnê û azadiyê dimeşiya û Apê Mûsa dîrok û bîra gelê kurd e û bi qetilkirinê xwestin kurdan bêbîr bihêlin. Temel got têkoşîna Apê Mûsa da destpêkirin îro li çar hêlên Kurdistanê didome.    Piştî axaftinan beşdaran qerenfîl danîn ser gora Apê Mûsa.