TJA: Em bi bîrdoziya azadiya jinê dikevin rê 2020-09-20 17:03:44 DENÎZLÎ/STENBOL - TJA'yê li Denîzlî û Stenbolê starta kampanyaya xwe ya bi dirûşma "Em Xwe Diparêzin" da û got: "Em li dijî hişmendiya serdest a zilam, bi bîrdoziya azadiyê jinê dikevin rê."    Tevgera Jinên Azad (TJA) li Stenbol û Denîzliyê, stara kampanyaya xwe ya "Em Xwe Diparêzin" da. Di daxuyaniya ku derbarê kampanyayê de hat dayîn wiha hat gotin, "Li dijî êrîşên li ser jinan em di têkoşîna hevpar de bi israr in. Em bang li hemû jinên azadîxwaz dikin ku ji bo têkoşîneke hevpar bên gel hev. "   Li Denîzliyê kampanya, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi şahiyekê hat destpêkirin. Şahiya ku bi rêzgirtinê û bi sînevîzyona ku ji aliyê TJA'yê hat destpêkirin metnê daxuyaniyê ji aliyê aktîvîsta TJA'yê Şerîfe Yildirim ve hat xwendin.    'EM Ê JI TECRÎDÊ RE BÊJIN NA'   Şerîfe diyar kir ku ew berteka xwe ya li hember êrîşên nijadperest û faşîzan bi rêbaza parastina rewa didin û wiha berdewam kir: "Em di têkoşîna hevpara a jinan de israr dikin. Em li dijî lînçkirinê pêşniyaza têkoşîna hevpar li jinan dikin." Şerîfe di berdewamiyê de got ku di kesayeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de jin tên tecrîdkirin û di dirêjiya axafitna xwe de wiha got: " Ji ber vê em heta dawî ji tecrîdê re dibêjin na. Em ê heta dawî Peymana Stenbolê biparêzin."   'EM Ê BI HER  AWAYÎ XWE BIPARÊZIN'   STENBOL   TJA'yê li Stenbolê jî strata kampanyaya "Em Xxwe Diparêzin"  da. Di çarçoveya strarta kampanyayê de li HDP'a Bagcilara Stenbolê bi tevlibûna Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu, Hevserokên HDP'ê yên Stenbol û navçeyên wê, aktîvîstên TJA'yê û gelek jinan şahî hat lidarxistin. Beriya Şahî dest pê bike daxuyanî hat dayîn. Daxuyaniya bi kurdî ji aliyê Aysûn çeper ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tecawiza ku roj bi roj zêde dibeû wiha hat gotin, "Ev kampanya bi armanca parstina, ziman, çand û erdnîgariya xwe û bi li dijî êrîş destdirêjî û tecwaza tê kirin e. Bi vê kampanyayê re em dibêjin ku em ê hemû nirxên xwe biparêzin û dibêjin "Em Xwe Diparêzin."   Şahî bi sînevîzyona têkoşînê ya li dijî tundiya li ser jinê bi dawî bû.