Danişîna rojnameger Orûç sibe tê dîtin 2020-09-20 16:10:01   WAN - 2'yemîn danişîna rojnameger Azîz Orûç ê girtî tê darizandin, wê sibe li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê bê dîtin.   2'yemîn danişîna doza rojnameger Azîz Orûç ê ku di 11'ê Kanûna 2019'an de li navçeya Bazîda Agiriyê hatibû binçavkirin û girtin, Mûhammet Îkram Muftuoglû û Hevserokê HDP’ê yê Bazîdê Abdullah Ekelek ên ji ber alîkarî dabûn Orûç hatibûn girtin û di danişîna derbasbûyî de hatin berdan, wê sibe bê dîtin. Danişîn wê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê pêk bê.