Binpêkirinên li Girtîgeha Tarsûsê ragihand 2020-09-19 16:11:52 MERSIN – Girtiya bi navê Berfîn Dogan ku li Girtîgeya Jinan a Tarsûsê girtî ye, bi rêya malbata xwe binpêkirinên li girtîgehê bi raya giştî re parve kir û diyar kir ku bi mehan e pozê wê xwîn dibe lê sewqî nexweşxaneyê nayê kirin.   Girtiya bi navê Berfîn Dogan ku li Girtîgeya Jinan a Tarsûsê girtî ye, bi rêya malbata xwe binpêkirinên li girtîgehê ragihand. Dogan, diyar kir ku li kogûşekê 13 kes dimînin lê nanê 3 kesan digirin û wiha got: “Nameyên ku ji me re tên şandin nadin me nameyên ku em jî dişînin naşînin. Ji ber emeliyata ku min salek berê derabs kir, pozê min xwîn dibe û diêşê. Dermanên ku bijîjk ji min re nivîsand nedan min. Bi mehan e pozê min xwîn dibe. Ji bo biçim nexweşxaneyê min ji rêveberiya girtîgehê re daxwazname nivîsand lê bersiv negirt. Amûrên paqijiyê û yên din li qantînê gelek biha tên firotin.”