‘Ozkan ê 82 salî dimire serbest berdin' 2020-09-19 15:23:09   STENBOL –  Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Meral Nergis Şahin di çalakiya "Rûniştina F" ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emin Ozkan ê 82 salî û got: "Ji ber şertên girtîgehê wekî saxekî mirî ye. Êdî nikare bimeşe û bi axive. Dimire. Wî serbest berdin."    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, di çalakiya "Rûniştina F" ya hefteya 443'an de bal kişand ser rewşa girtî Mehmet Emin Ozkan ê 82 salî. Komisyonê dîsa ji ber vîrûsa corona (Covît-19) li ser medya înternetê daxuyanî da. Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Meral Nergis Şahin di çalakiya vê hefteyê de li ser şert û tenduristiya Mehmet Emin Ozkan ê 82 salî ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye rawestiya. Şahîn, anî ziman ku "Ji ber şertên girtîgehê wekî saxekî mirî ye. Êdî nikare bimeşe."Ji ber şertên girtîgehê wekî saxekî mirî ye. Êdî nikare bimeşe." Şahîn, destnîşan kir ku li dijî vîrûsa corona tedbîr nayên girtin û êdî girtî nayên dermankirin." Şahin, da zanîn ku malbat nikarin bi girtiyan re hevdîtin bikin û mafê ragihandinê bi temamî qut bûye û got: "Pirtûk rojname û kovaran nadin girtiyan. Têkiliya girtiyan a derve qut bûye. Ozkan ê 82 salî 24 salin girtî ye. Ozkan ji ber şertên girtîgehê û îşkenceyê êdî wekî saxekî mirî ye. Divê hemû girtiyên nexweş ku bi rîska şewbê re rû bi rû ne, serbest bêne berdan."