Cenazeyê Ozkahraman di bin dorpêça polisan de hat veşartin 2020-09-19 15:22:18   MÛŞ – Cenazeyê girtiyê 75 salî Takiyettîn Ozkahraman ku jiyana xwe ji dest dabû, li Melezgirtê di bin dorpêça polisan de hat veşartin.    Mamosteyê teqawît Takiyettîn Ozkahraman ku beriya 3 salan li navçeya Melezgirê ya Mûşê hatibû girtin, duh li Girtîgeha Tîpa L a Panosê rewşa wî giran bûbû û bi ambûlansê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê. Piştre ji vir jî wî rakiribûn Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzunci Yilê ya Wanê. Ozkahraman ku li beşa lênêrîna awarte ji ber nexweşiya hilmij û pişe tedawî didît, îro serê sibehê jiyana xwe ji dest dabû.   Malbata Ozhkahraman cenazeyê Ozkahraman girt û bir navçeya Melezgirê. Di têketina navçeyê de polisan pêşî li wesayîtên ku cenazeyê Ozkahraman anîn Melezgirê girt û gotin ku wê destûr bidin tenê wesayîta cenaze bikeve navçeyê û destûr nedin wesayîtên din.    Welatiyên ku cenazeyê Ozkahraman anîn Goristana Selçûklû ya li navenda navçeyê, li vir jî bi astengiya polisan re rûbirû man. Polisan goristanê dorpêç kir û destûr dan ku tenê ferdên malbatê bikevin goristanê.    Cenazeyê Ozkahraman ji ber astengiya polisan tenê bi beşdariya ferdên malbatê hat veşartin.