'Girtiyên nexweş Konuk serbest berdin' 2020-09-19 14:41:29   ENQERE - Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mahmut Konuk û xwestin Konuk bi lez serbest bê berdan.   Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên nexweş serbest bên berdan, di hefteya 315’an de li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Fatin Kanat, Rêvebera Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen û keça Sazumankarê Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî Mahmut Konuk Evin Konuk amade bû. Înîsiyatifê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 63 salî Mahmut Konuk ku di 22'ê tebaxê de hat girtin. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Fatîn Kanat bal kişand ser rewşa Konuk ku di heman demê de sazumankarê înîsiyatifê ye û xwest Konuk serbest bê berdan. Kanat, anî ziman ku Konuk ji Sîncanê sirgûnî Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê kirin û got: "Ji bo em li ser rewşa Konuk daxuyanî bidin me amadekarî dikir. Lê girtiyê 75 salî Takiyettin Ozkahraman li Wanê jiyana xwe ji dest da. Girtiyekî din ê nexweş li pêş çavan jiyana xwe ji dest da. Mixabin bangên me li ber çavan nehatin girtin."      Rêvebera Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen jî li ser rewşa Konuk axivî û got: “Konuk 63 salî ye û nexweş e. Nexweşê prostat, kolesterol, tiroid, diyabet û gelek nexweşiyên din pêre hene. Şertên girtîgehê bandora neyînî li ser wî dikin. Nikare îlacan jî bixwe û vexwe. Ji ber şewşa vîrûsa corona di bin rîskê de ye. Li Girtîgeha Sîncanê xwarina diyatê nedidan Konuk. Konuk di 16'ê Îlonê de ji Sîncanê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê kirin. Mahmut Konuk divê bi lez serbest bê berdan."    Keça Konuk Evin Konuk jî "Bavê min sazumankarê înisiyatîfê ye. Lê îro înîsiyatif ji bo bavê min daxuyaniyê dide. Hefteya borî bêyî agahiya me şandin Kurkçulerê. Niha bavê min nexweşê şekir e û însülinê nadin wî. Em dixwazin demek berî demekê bavê min serbest berdin."