50 girtiyên Patnosê di bin talûkeya weremê dene 2018-01-08 09:15:12   AGIRÎ - Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê, 50 girtiyên siyasî di bin talûke û gefa nexweşiya weremê de dijîn. Piştî kontrola tenduristiyê hat îdiakirin ku girtiyekî edlî bi nexweşiya weremê ketiye û jiyana girtiyên siyasî di xetereyê de ne.    50 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê tên girtin, di bin gefa weremê de ne. Ajansa me ya Mezopotamya di 8'ê Kanûna 2017'an de nûçeya bi sernavê "Îdiaya li Girtîgeha Panosê werem heye û bijîşk tune" weşandibû. Li girtîgehê hezar û 500 girtî hene, fikarên wekî hin girtî bi nexweşiya weremê ketin, lê ev girtiyên nexweş nebirine nexweşxaneyê tedawiya wan tê asteng kirin, bi rêya malbatan ev agahî bi raya giştî re parvekiribûn.   Her çendî me der barê rewşê de xwe gihand rayedarên girtîgehê û rayedaran got ku fikareke nexweşiyeke wiha tune jî li girtîgehê 50 girtî bi "fikara şewbê" di kontrola tenduristiyê re derbas kirine.   Parêzerên li girtîgehê bi girtiyan re hevdîtin kirin û der barê rewşê de agahî dan, nexweşî ji girtiyekî edlî yê li girtîgehê didin xebatê belav bûye û navê vî girtiyî tê veşartin. Hat diyarkirin ku girtiyê nexweş girtine bin karantînayê, piştre li girtîgehê xebatên lêkolînê dane destpêkirin.   Ji girtiyan mînakên xwînê hatin girtin û rontgenên kezevê kişandin. Li gorî lêkolînan 50 girtî hatine sînorê "xetereya şewbê" û di vî warî de tespît hatine kirin.   Hat aşkerakirin ku girtiyên ku xetereya tenduristiya wan heye, derman û mayeneyên taybet ji bo wan kirine û dê van rojan dîsa mînakên xwînê û tedawî bên kirin.