Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqubeta Eroglu pirsî 2020-09-19 14:06:56 ÎZMÎR – Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqûbeta Şehymus Eroglu yê di 21'ê Îlona 1995'an de eskeran bi ser mala wan a li Êlihê de girtin û ew li malê binçav kirin û winda kirin pirsî.  Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê bi daxwaza "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" çalakia ku her hefte li pêş Sumerbankê çêdikirin, ji ber vîrûsa (Kovid-19) li ser înternetê daxuyanî dan. Vê hefteyê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Caner Canli daxuyanî da. Canli, aqûbeta Şeyhmûs Eroglu pirsî. Canli, anî ziman ku eskeran di 21'ê Îlona 1995'an de li Êlihê be ser mala Eroglu de girtin û ew li malê binçav kirin û birin û wiha got: "Piştî eskeran bi ser mala Şeyhmus Eroglu de girtin, çarek din agahî jê nehat girtin. Li Tirkiyeyê nêzî 800 mirov hatine windakirin. Hin kes ji wan di bin çavan de hatin windakirin. Hin kes li ber çavê her kesî di nava rojê de hatin revandin. Hin kes ji malên xwe hatin revandin û carek din venegeriyan. Şeyhmus Eroglu jî di 21'ê Îlona 1995'an de binçav kirin û carek din agahî jê nehat girtin."