Li peravên Bodrûmê keleka pênaberan noqî avê bû: 2 penaber mirin 2020-09-19 14:03:24   MÛGLA- Li peravên navçeya Bodrûmê ya Mûglayê keleka penaberan noqî avê bû û 2 penaberan jiyana xwe ji dest da û 17 penaber jî xelas bûn.   Li peravên navçeya Bodrûmê ya Mûglayê keleka penaberan noqî avê bû. Piştî ku xebatên lêgerînê hatin destpêkirin 18 penaber hatin rizgarkirin û ew rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê penabera jiyana xwe ji dest da. Di keleka ku noqî avê bû de jî cenazeyê penaberek hat dîtin. Piştî ku hat hînbûn di kelekê bi giştî 19 penaber hebûne xebatên lêgerînê hatin bidawîkirin.