Cenazeyên bi destûr li Xerzanê hatin defikirin jî derxistin 2018-01-08 09:13:42 MÊRSÎN – Şervanê YPG’ê Mustafa Çîftçî yê li Kobanê li Dijî DAIŞ’ê şer kir û jiyana xwe ji dest da, bi destûra Qaymeqaymê Pirsûsê cenazeyê wî li Goristana Xerzanê defin kirin, lê cezeyê wî jî ji gorê derxistin. Gelek cenazeyên li gundê Oleka Jorî ya navçeya Tetwana Bedlîsê hêzên dewletê ji goran derxistin, 2 cenazeyê aydê Mustafa Çiftçî û Yusuf Eteş ên endamên YPG’e ne. Malbatên Çiftçî û  Eteş aşkera kiri ku ji 267 cenazeyên ku hatine derxistin, cenazeyê zarokên wan jî di nav de ne û ev tişt gotin: “Ev pêkanîn ne di olê de û ne jî di wijdanê de heye.” Malbatan xwest demek ji ya din zûtir cenazeyan radestî malbatan bikin.   'NE DI OLÊ Û NE DI WIJDANÊ DE TIŞTEK WIHA TUNE'   Bavê endamê YPG’ê Mustafa Çîftçi Selîm Çîftçî aşkera kir ku kurê wî di êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê ya sala 2015’an de jiyana xwe ji dest daye, bi detûra Qaymeqaymê Pirsûsê cenazeyê kurê xwe wergirtiye û li Goristana Xerzanê defin kiriye û wiha got: “Me agahiya xirabkirina gorê ji çapemeniyê girt. Rayedaran di vê der barê de agahî jî nedan me.”   Çîftçî da zanîn ku êrîşa li dijî goristanan ne di olê de ne jî di wijdanê de heye û wiha axivî: “Em nizanin cenaze bi ku ve birine. Karekî rast nakin. Çima êrîşê goristanan dikin.”   NEXWESTIN GORISTANÊ BIBÎNIN   Çîftçî anî ziman ku hikumeta AKP’ê gotina îslamyet û misilmantiyê ji devê xwe naxe, lê pratîkên wê ne li gorî misilmantiyê ye û wiha pê de çû: “Çima êrîşê goristanan dikin? Ma dê dîsa ji cihê xwe rabin êrîş bikin? Em nizanin ev dewleta çi dike. Em tenê ji vê yekê vê fêm dikin; hê ji miriyên me ditirsin.”   Çîftçî da zanîn ku tenê daxwaza wan ew e, cenazeyan teslîmê malbatan bikin, lê ji ber OHAL’ê nahênin ew biçin herêmê jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em cenazeyên xwe dixwazin. Birine ku çi kirine em nizainin. Tenê daxwazeke me heye, em cenazeyên xwe dixwazin.”   ‘HESTIYÊ KURÊ MIN BIDIN’   Dayika Yusuf Eteş ê YPG’î Hebe Eteş destnîşan kir ku kurê wê di sala 2015’an de li Rojava jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî li Goristana Xerzanê defin kiriye.   Dayik Eteş tiştên anîne serê cenazeyan bi kelo girî tîne ziman û ev tişt got: “Ev êşa ku wan da me hêviya min ji Xwedê ye ew jî bikişînin. Ez hestiyê kurê xwe dixwazim. Bila cenazeyê zarokên me bidin me. Meha çûyî me xwest em biçin goristanê, lê destûr nedan û em asteng kirin. Çi dibe bila bibe em ê biçi goristanê.”