Parêzerê doza suîkasta Parîsê Comte: Agahiyên dawî dê rewşê biguherîne 2018-01-08 09:12:47 STENBOL -  Parêzera malbatên 3 jinên kurd ên siyasetmedar ên li Parîsê hatin qetilkirin Antoine Comte, diyar kir ku piştî bersûcê kuştina 3 jinan Omer Guney li girtîgehê bi awayekî şik mir dosya hat girtin û wiha got: "Lê piştî agahiya li ser rola endamên MÎT'ê derketin holê dê reng û ruyê dozê biguherîne."  Di 9'ê Çileya 2013'an de li Buroya Enformasyona Kurdistanê ya Parîsê 3 jinên kurd ên siyasetmedar û dîplomat Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin kuştin. Di ser kuştina 3 jinên kurd ên siyasetmedar re 5 sal derbas bûn. Lê hêj der barê kujerên wan de tu agahî ronî nebûye. Bersûcê ku navê wî derbas dibû Omer Ziya Guney bû hat îdîakirin ku ji ber nexweşiya mejî di beriya doza di 16'ê Kanûna 2016'an de jiyana xwe ji dest da. Tevi ku îdîaname di gulana 2015’an de temam bû jî Guney nehat darizandin û doz hiştin 23'ê Çileya 2017’an. Piştî Gunay mir gelek pirsên bê bersîv li pey xwe hişt. Balkêş e Guney piştî hat binçavkirin jî heta 4 salan dernexistin pêşberi dadger û piştî dadgeh hat dîtin bi sedema ku bersûc Gunay jiyana xwe ji dest daye dosya girtin. Derket holê ku Guney di 18'ê Kanûna 2012'an de ango 19 roj beriya cînayetê hat Stenbol û dîsa vegeriya Parîsê. Pişti 3 rojan li Enqereyê ma, dîsa di heman rêyê de vegeriya Parîsê. Piştî komkujiyê qeydên deng ên îspat dike ku têkiliya Guney bi endamên MÎT'ê re hene derket holê. Di belgeyên 'Nîşeya pêşkêşiyê" ya 'Veşartî' ya aydî MÎT’ê de derket holê ku dibêje ji bo înfaza Cansiz 6 hezar Euro hatiye razandin. Rêveberiya KCK'ê jî daxuyanî da û destnişan kir ku cînayet bi agahiya MÎT'ê pêk hatiye.    Piştî kuştina 3 jinên kurd çend saet şûnde Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Manuel Valls, hat ber Buroya Enformasyona Kurdistanê diyar kir ku ev cînayet nayê qebûl kirin û ew dê vê cînayetê ronî bikin. Lê di ser cînayeta 3 jinên kurd re 5 sal der bas bûn hêj tu gav nehate avêtin. Piştî dosya hat girtin, malbatê bi riya parêzeran di Nîsana 2017'an de dîsa lêpirsînek din dan destpêkirin.    Parêzerê malbata 3 jinên kurd Antoine Comte, piştî 2 endamên MÎT'ê yên ji aliyê PKK'ê ve hatin girtin û îfade dan agahiyên girîng dan. Parêzer piştî KCK'ê bi daxuyaniyekê îfadeyên 2 endamên MÎT'ê bi raya giştî re parve kirin diyar kir ku ev ji bo pêvajoya darizandinê gavek girîng e. Prz. Antoîne Comte der barê dozê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    TIRKIYE PIRS Û DAXWAZ BÊ BERSÎV HIŞTIN   Antoine Comte, destnîşan kir ku berî her tiştî belgeyên heyî hatin sansurkirin û dan parêzeran û wiha got: "Di şertên asayî de dema lêpirsîn dest pê dike belge digêjin destê dozgerê lêpirsînê, hemû belgeyên dikevin dosyayê bi parêzeran re tên parvekirin. Lê di vê dozê de ne wisa bû. Di milê yekemîn de dozgerê lêpirsînê belge ji Tirkiye daxwaz kir. Lê Tirkiye ne belge dan dozger û ne jî bersîv da. Em difikirin ku ji ber rayedarên Tirkiye bi xwe eleqeder dike ev belge bi dozgeran re parve nekirin. Xala duyemîn jî me xwest belge û agahiyên îstixbarata Fransayê jî tev li dosyayê bikin. Li ser daxwaza me ev agahî tev li dosyayê kirin. Lê me xwe negîhand hin belgeyan. Di nava vanan de navê kesên îstîxbarata dewleta Fransa hebûn."    ‘KISA SÜREDE ÖLECEĞİNİ BİLİYORLARDI’   Comte, destnîşan kir ku yekemîn danişîna doza cînayeta 3 jinên kurd ên siyasetmedar di 5'ê Kanûna 2016'an de bû lê taloqî 23'ê Çileya 2017'an kirin û wiha got: “Di navbera du dîrokan de mehek heye. Min dadgeha Fransizan pir rexne kir. Diviya bû dozê berê dest pê kiribûya. Em fêr bûn ji ber pirsgirêkên cîddî yên Omer Guney hatin taloqkirin. Demek pir kin me bihîst ku Guney mir. Wan dizanibû ku dê di demek nêzîk de bimire û ji ber vê yekê taloq kirin. Di îdîanameyê de tenê Omer Guney bersûc hat nîşandan. Li gel ku navê MÎT’ê di belgeyên îbtîxbaratê de derbas dibû jî dîsa li gorî zagonên Fransizan ev nehat darizandin. Kesên navê wan derbas dibû ji ber ku li Tirkiye dijîn nehatin darizandin.    AGAHIYÊN DAWÎ DÊ REWŞÊ BIGUHERÎNE   Prz. Comte, da zanîn ku piştî agahiyên KCK'ê der barê MÎT'ê de parve kirin dê rewşa doz û darizandinê biguherîne û wiha bi dawî kir: “Agahiyên dawî yên hatin parvekirin dê rewşa darizandinê biguherîne. Em dê van agahiyên dawî lêkolîn bikin. Em dê bixwazin der barê van kesan de lêpirsîn bê vekirin. Li Fransa heta niha 70 cînayetên siyasi pêk hatine. Lê balkêş e heta niha yek jî nehatiye ronîkirin. Di yekem dozê de navê MÎT'ê ya îstîxbarata Tirkiye derbas dibe. Yekem car serwîsên dizî yên welatekî din hat tawanbarkirin. Di vê dosyayê de navê MÎT'ê di nava berpirsiyaran de derbas dibe."    MA / Sadiye Eser