Ber bi Çiyayê Gabarê ve cerdevan hatin şandin 2018-01-07 16:36:13   ŞIRNEX - Li Şirnexê bi rojan e operasyona leşkerî didome. 6 mînîbusên tijî cerdevan ber bi Çiyayê Gabarê ve hatin şandin.    Li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê, hefteya borî operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Operasyon hîn jî berdewam e. Vê carê jî cerdevan ber bi herêma ku operasyon lê heye hatin şandin. Ji bajaroka Kasrîkê ya Cizîrê ber bi Çiyayê Gabarê ve 6 mînîbusên tijî cerdevan hatin şandin.    Tevî operasyonê, çend roj e li ser riya Şirnex-Cizîrê liv û tevgera wesayîtên zirxî heye.