Hamzaoglû: Yek ji peywirên lezgîn jî avakirina eniya demokrasiyê ye 2018-01-07 14:49:54   STENBOL – Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît di Civîna Meclîsa HDK'ê de axivî û diyar kir ku rojeva wan a sereke rakirina Rewşa Awarte û tecrîda li ser Ocalan e. Hevberdevkê HDP'ê Onûr Hamzaoglû jî destnîşan kir ku pêdiviya sereke û lezgîn a dema niha pêkanîna eniya demokrasiyê ye û wiha got: "Hedefa me tenê ne guherandina îktîdarê ye, afirandina civakeke wekhev û civakiyî ye."    Kongreya Demokrastîk a Gelan (HDK), piştî Desteya Giştî ya 8'emîn di Civîna Meclîsê ya Yekemîn de li hev kom bû. Civîn li Taksîm Hîll Otelê çê bû û pêkhateyên HDK'ê tev li civînê bûn. Piştî hilbijartina dîwanê, hevberdevkên HDK'ê Onûr Hamzaogûllari û Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivîn.    YEK ARMANCA WAN JÎ MEZINKIRINA ENIYA DEMOKRASIYÊ YE    Hevberdevkê HDK'ê Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû diyar kir ku bi van civîn û kongreyên ew li dar dixin hewl didin kêmasiyên wan dubare nebin û ji roja ku wan HDK ava kiriye heta niha wan hewl daye wiha bikin û hedefên wan hene. Hamzaoglû destnîşan kir ku bi referandûma 16'ê Nîsanê re di eniya îktîdarê de şikestinek mezin çê bûye û ev tişt gotin: "Ji eniya muxalefetê bêtir, îktîdar ev şikestin hîs kir û li gor wê tevdîrên xwe girtin. Doza êrîşa li hemberî muxalefetê zêdetir kir. Yek ji pêdiviyên sereke û lezgîn ên rojema jî avakirina eniyeke demokrasiyê ye. Di 100'emîn salvegera Şoreşa Cotmehê û di rojbûna 200'emîn a Marks de hedefa me tenê ne guherandina îktîdarê ye, afirandina civakeke wekhev û civakiyî ye. Û teqez em ê bi ser kevin."      'DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN BÊ RAKIRIN'    Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît jî destnîşan kir ku pêşaniya wan a ewil rakirina Rewşa Awarte û têkoşîna li hemberî wê ye û ev tişt gotin: "Em ê li hemberî vê muxalefetê hêzdar bikin, li herêman li hemberî rûxandina betalî, xizaniyê sefebrberiyê bidin destpêkirin. Heke li vî welatî tişteke sereke pêk neyê wê aştî neyê. Yê kedê dabeş dike pirsgirêka kurd e, yê têkoşînê dabeş dibe pirsgirêka kurd e. Heke li fabrîkayan karkerekî kurd û karkerekî tirk di grevekê de neyên gel hev ev pirsgirêk e. Di vê serdema nû de yê herî zêde ji bo bi awayekî demokrastîk pirsgirêka kurd bê çareserkirin tev digere Abdûllah Ocalan e û divê ji bo azadiya wî li pêş raya giştî têkoşîneke demokratîk xwe bide der. Li vî welatî heke bi salan ji hikumxwarekî agahî neyên wergirtin, a rast ev tê wateya kes ji me jî ne azad e. Ji ber vê divê raya demokratîk di hemû kirinên xwe de vê yekê destnîşan bike. Daxuyaniyeke ku şert û mercên tecrîdê yên Ocalan piştguh bike, ew dûrî rastiyê ye. Ev hemû ferzkirinên faşîzma AKP-MHP'ê ne. Em ê teslîm nebin. Em ê dev ji daxwaza xwe ya azadî û wekheviya vî welatî bernedin."    Piştî axaftina Hamzaoglû û Koçyîgîtê civîn ji çapemeniyê re hat girtin û bi awayekî girtî didome.