Parlementerê HDP'ê Baydemîr hat berdan 2018-01-07 12:56:32   ÎZMÎR – Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr ku duh êvarî li Îzmîrê hatibû binçavkirin, piştî bi riya SEGBÎS'ê îfade da hat berdan.    Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr ku duh êvarî li Îzmîrê di çarçoveya doza ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliyeyê yê Şirnexê bi îdiaya "Muxalefeta li hemberî qanûna meş û civînan" de lê hatibû vekirin hat binçavkirin, hat berdan. Duh êvarî li Îzmrî dema diçû Mêvanxaneya SGK'ê polîsan ew dabû sekinandin û binçav kiribû. Ji ber Adliyeya Şirnexê ne amade bû, Baydemîr li mêvanxaneyê hatibû rawestandin.    Danê sibehê Baydemîr birin Edliyeya Îzmîrê û bi riya SEGBÎS'ê pêwendî bi Edliyeya Şirnexê re hat dayîn. Piştî îfadeyê Baydemîr hat berdan.