Rêxistinên Kedê: Ji bilî têkoşînê çare tune ye 2018-01-07 09:32:26 STENBOL – Rêxistinên Kedê li dijî zextên daraz û îdarî yên li ser hêza muxalif bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ji bilî têkoşîna hevpar çare tune ye.  Di sala 2018'an de darazê ceza li ser ceza li parlamenter û rêveberên HDP û DBP'ê birîn. Dadgeha Amedê 16 sal û 8 meh ceza li Endamê Heyeta Îmraliyê û Wekîlê Seroke Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, 1 sal û 6 meh ceza li Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk, 2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevseroka Giştîya DBP'ê Sebahat Tuncel birin. Disa Şaredarê CHPî yê Beşiktaşê  Murt Hazinedar ji peywirê girtin. Gelek beşên civakê bertek nîşanî vê yekê dan. Rêxistinên Kedê jî bertek nîşani vê yekê dan. Endamên Rêxistinên Kedê diyar kirin ku heta hêza xwe komî ser hev nekin û bi yekîtîyek xurt tênekoşin ev zext dê berdewam bikin.    ERDEN: JI BILÎ TÊKOŞÎNÊ ÇARE TUNE YE   Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, bertek nîşanî girtin, binçavkirin, ceza û ji peywirgirtinê da û wiha got: "Ev helwesta darazê û îdarî ya hikûmetê nayê qebûlkirin. Cezayê li Îdris Baluken, Aysel Tugluk û Sebahat Tuncel hatin birîn bi tu awayî nayê qebûlkirin. Dîsa ji peywirgirtina Şaredarê Beşiktaşê yê Beşîktaşê jî nayê qebûl kirin. Ev nîşan dide ku îktîdar dixwaze bi vê rêbazê polîtîkayên xwe yên şer têxe meriyetê. Ger ku li dijî vê yekê têkoşîn pêş nekeve dê bidome. Ji bo vê yekê jî tenê çare têkoşîna bi rêxistin û kurt e. Hikûmet dixwaze bi tirsê welat bi rêve bibe. Em ji destpêkê de dixwazin qanalên demokratîk bên vekirin. Em diyar dikin ku israra di van polîtikayan de pirsgirêk nayên çereserkirin. ÎKtidar ji bo muxalefetê bitepisîne van polîtîkayan dixe meriyetê. Tu carî naxwaze firsetê bide tekoşîna demokratîk. her ku ditirse bêtir êrîş dike. Lê em jî li dijî van zextan bi biryarin dakevin kolanan. Ger ku em dernekevin kolanan û berxwedanê xurt nekin ev zext dê bidomin."     ‘MEKANÎZMAYÊN DEMOKRATÎK JI HOLÊ HATIN RAKIRIN'   Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu jî bertek nîşanî cezayê li parlamenterê HDP'ê Balûken û rêveberên HDP Tugluk û Hevseroka DBP'ê Tuncel hat birîn û dîsa ji peywirgirtina Şaredarê CHP'î bertekên xwe anîn ziman. Wekî pergala ku karkerên taşeron kirin kadro. û derxistina KHK’ê. Meclîs hiqûq, daraz û milên din nas nake. Hemû rêyên demokratîk girtine. Hemû mekanizmayên demokratîk xetimandine. Gav bi gav rejîma yek mirov dixe meriyetê. Ji 16'ê Nîsanê de xuya kir ku dixwaze di sala 2019’an de Tirkiye çawa bi rêve bibe. Em vê yekê qebûl nakin. Divê em rêxistinên kedê ji bo pêşxistina demokrasiyê tekoşîna demokrasiyê xurt bikin."   Çerkezoglu, anî ziman ku ew kedkar, rêxistinên kedê, çîna karker û hemû beşên civakê destûr nedin ku pêvajoyê rêveberiyan ji destê wan bên derxistdin. Divê destûr nedin mekanizmaya demokrasiyê bê xetimandin û wiha got: "Divê em rê li pêş hemû cureyên rêveberiya otoriter bigirin. Cihê lê Demokrasî tune be, mafê kedê tune ye. Cihê ked lê tune be demokrasî lê tune ye. Em heta dawî li dijî van hewldanên dijdemokratîk in.