‘Divê herî zêde elewî li dijî zilma OHAL û KHK'ê derkevin’ 2018-01-07 09:26:17 EDENE - Hevserokê Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) ê Edeneyê Zeynel Kete, da zanîn ku bi salan e elewî bi OHAL'eke veşarî tên bi rêvebirin û wiha axivî: "Divê herî zêde elewî li dijî OHAL û KHK'an derkevin." Hevserokê Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) ê Edeneyê Zeynel Kete, bal kişand ser OHAL û KHK'ên ku AKP'ê piştî derbeya 15'ê Tîrmehê îlan kirin û aşkera kir ku dema beşên bin dest mijara gotinê bin, zextên li ser wan zêde dibin.   'BI SALAN E EM BI OHAL Û KHK'AN TÊN BI RÊVEBIRIN'   Kete destnîşan kir ku hêz û baweriyên cuda her dem bi zora dewletê bi rêve birin û wiha got: "Elewî her dem bi OHAL'ek veşartî bi rêve birin. Her dem cihên elewiyan, erdnîgariya wan, pêşengên wan û her tiştên wan di binê tundiyê de bûn. Dema komar nû hat avakirin navê wê xweş dihat. Bawer dikirin ku dê zilma ji Osmaniyan hatiye dê bi dawî bibe. Elewiyan piştgirî dabû. Lê tişta dihat hêvîkirin pêk nehat. Makeqanûna 1924'an hişmendiya dewleta xwe, mezhebê xwe û welatiyê xwe yê meqûl temam kiribû. Wekî nijad tirk derxistin pêş û sunîtî bû haveynê desthilatdariyê. Em wekî civaka elewî bi salan bi OHAL û KHK'an bi rêve birin."   ‘KRÎZA RÊVEBIRINÊ HEYE’    Kete da zanîn ku AKP bi KHK'an cudahiyê di navbera olan de derdixe, civakê ber bi krîzeke civakî ve dibe û wiha pê de çû: "Îslama radîkal, nijadperest û dewleta netewe, heke cudahiyê çêneke, nikare hebûna xwe ava bike. Ji bo wan tevlihevkirin qasî nan û avê pêwîst e. Her dem bi afirandina krîzê, tevliheviyê derdixin. Bi KHK'an dixwazin di pêşerojê de muxalefetê bê bandor bihêlih. Qirkirina siyasî ya li ser civakê dê li ser hin 'meczûpan' bar bikin û xwe paqij derxin. Dîsa dê cîranan bi cîran bidin kuştin û vê wekî mafekî bidin nîşan. Dê ev komkujî bê 'ceza' bimînin. Wekî ku kuştina mirovan mafekî herî demokratîk be, dê vê hişmendiyê bi pêş bixin."   'LI DIJÎ MUXALEFETA RÊXISTINKIRÎ KHK DERXISTIN'   Kete anî ziman ku civaka elewî xwedî baweriya polîtîk û exlaqî ye, tev li desthilatdariyê nabe, ruxmê dewletê jî hebûna xwe dewam dike, li gorî heqîqeta azadiya jin, ekolojî û demokrasiyê tev digere û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ruxmê dewletê jî bi hezaran sal e elewî hebûna xwe dewam dikin. Civaka ku divê herî zêde li dijî zilmê tê bikoşin, elewî ne."   Kete derbirî ku heke di cihekî de çand bingeh girtibe û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser kiribe, ne hêsan e tiştekî din qebûl bike û ev tişt anî ziman: "Li cihekî ew qas krîz kûr bibe, bi xwezayî di civaka elewî û kurdan de muxalefeta herî mezin derdikeve pêş. Partiya desthilatdariyê vê yekê baş dizane. Ji ber wê KHK li dijî civaka muxalîf derxistin. KHK ji bo kurd û elewiyan derxistin."   ‘HIQÛQA BÊ CEZA TÊ MEŞANDIN’   Kete bi lêv kir ku desthilatdarî bi dehan sal e ruxmê hemû komkujiyan jî, hiqûqa bê cezayî dimeşîne, bi KHK'a dawî re dê çawa komên milîtarîst bigire bin ewlehiyê hesabê wê kiriye û wiha got: "Civaka li Tirkiyeyê her dem ji roj ve bi rêve birin. Gotin ku 'Heke li vî welatî komînîzim lazim be, ew ê jî em ê bînin.' Di gel de biryara dogin û rêvebirinê tune. Ji bo wê divê em xwedî hemû mafên xwe derkevin."   Kete herî dawî wiha axivî: "Kesên ji polîtîkaya heyî acizin, hem şahidên pêvajoyê û hem jî mexdûrê wê ne, divê bên gel hev û ji her demê zêdetir xwedî li peywirên xwe derkevin û têokşîna hevpar bidin meşanidn. Divê têkoşîna mafê demokratîk bê bilindkirin."