Kurkçu: Ferzkirina yek tîpî doza tolhildanê ya şexsî ya Erdogan e 2018-01-07 09:09:48 ÎZMÎR – Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu sepandina kincên yek tîpî wiha şîrove kir: “Doza tolhildanê ya şexsî ya Tayyip Erdogan e.” Her wiha Kurkçu got ku dê li hemberî vê bertekên tund xwe bidin der.   Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu ji bo sepandina kincên yek tîpî got ku doza tolhildanê ya şexsî ya Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan e û divê demildest dev ji vê ferzkirinê bê berdan.   ‘DOZA TOLHILDANÊ YA ŞEXSÎ YA ERDOGAN E’    Kurkçu bi bîr xist ku li Tirkiyeyê li hemberî ferzkirina kincên yek tîpî berxwedanek xwe daye der û her çi qas êş û azarên giran hatibin kişandin jî, taliya talî berxwedêr bi ser ketine. Kurkçu bi lêv kir ku ev ferzkirineke Rewşa Awarte ye û ev tişt gotin: “Dema Rewşa Awarte rabe dê ev ferzkirin jî rabe. Niha li girtîgehan girtiyên siyasî bi awayekî tund bertek nîşanî vê ferzkirinê didin. Ev sepandin doza tolhildanê ya şexsî ya Tayyip Erdogan e. Wî xistiye rojevê. Di asasê xwe de ev yek ji bo girtiyên FETO’yê hat destpêkirin. Lê veguherî sepandineke ku her kesî dihebîne.”    Kurkçu got ku niha nêzî 60 hezar mirov muxatabî vê ferzkirinê ne û ev sepandin hem li dijî mafên mirovan hem jî li dijî rêgezên darizandineke adil a girtî û hikumxwaran e û ji ber vê divê li hemberî wê bertek bên nîşandan. Kurkçu got ku ev mijar bûye rojeva civîna Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP’ê jî. Kurkçu bi lêv kir ku ew ê xwedî li berwxedana girtiyên siyasî ya li hemberî vê ferzkirinê derkevin. Kurkçu diyar kir ku heke kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin hebikekî be jî bîrbiriya wan hebe, dema li paş xwe binerin wê bibînin ku li girtîgehan girtî bi van kirinan bi paş ve gav navêjin. Kurkçu destnîşan kir ku Tayyip Erdogan vê yekê li ser şensê xwe diceribîne û wiha got: “Ez dibêjim bila neceribîne. Ji ber ku ez girîngiyê didim jiyan û îtibara girtiyên siyasî û ji ber naxwazim bi rojên zor û zehmet re rû bi rû bimînin dibêjim. Lê belê heke bê ferzkirin û sepandin, wê pêl şopa lingên berê bikin û bitêkoşin. Ji ber ku hîn rê nêzîke, ez dibêjim bila hikûmet demildest dev ji vê helwesta xwe berde.”      ‘WÊ TIRKIYE VEGUHERE DEWLETA HEYDÛTAN’    Kurkçu balê kişand ser madeya 121’emîn a KHK’ya Jimare 696’an jî û got ku bi vê yekê sepandinên kontgerîla ji nû ve tên pirtûkkirin û li Tirkiyeyê rê li ber fealiyetên kontrgerîla û înfazên bê daraz vedike. Kurkçu destnîşan kir ku heke rê li ber vê yekê neyê girtin wê Tirkiye veguhere dewleteke heydûtan.