ROJEVA 07'Ê ÇILEYA 2018'AN 2018-01-07 09:00:58 * Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu sepandina kincên yek tîpî wiha şîrove kir: “Doza tolhildanê ya şexsî ya Tayyip Erdogan e.” Her wiha Kurkçu got ku dê li hemberî vê bertekên tund xwe bidin der.   * Rojnameger û nivîskar Îslam Ozkan, geşedanên li Rojhalata Navîn û raperînên gel ên Îranê nirxand û diyar kir ku her çend wekî ku çalakî bi dawî bûbin jî dê di demên pêş de çalakî û raperîn dîsa zêde bibin û wiha got: "Ez bawer dikim ku daxwazên azadiyê belav bibin."    Bertekên li dijî biryara Diyanetê ya rê li pêş zewaca zarokan vedike her ku diçe zêde dibe. Nûnerên saziyên jin ên Wanê biryara Diyanetê rexne kirin û gotin "Diyanet rê li pêş îstîsmarê vedike. Ev nayê qebûlkirin."    Hevserokê Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) ê Edeneyê Zeynel Kete, da zanîn ku bi salan e elewî bi OHAL'eke veşarî tên bi rêvebirin û wiha axivî: "Divê herî zêde elewî li dijî OHAL û KHK'an derkevin."   *  Çalakiyên gel ên li dijî Rejîma Îranê berdewam dikin. Çalakiyan bandora xwe li ser esnafên Colemêrgê jî kir. Ji ber çalakiyan bazirganiya li ser sinor jî rawestiya. Ji ber aloziyên li Îranê çûn û hatin rawestiya  û bazirganî qut bû.    * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyek gelek krîk re derbas dibe û wiha got: “Divê êdî gelê Tirkiye hilbijartina xwe an di pergala Komara Demokratîk de an jî di pergala rejîma tundiyê de bike. Em dixwazin hemû hevalên me yên dimeşin Kongreya Giştî ya HDP'ê ji bo têkoşîna demokrasiyek xurt xwe amade bikin.    * Rêxistinên Kedê li dijî zextên daraz û îdarî yên li ser hêza muxalif bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ji bilî têkoşîna hevpar çare tune ye.    * Rejîma Baas ji bo berjewendiyê xwê rê dide DAİŞ'ê û dixe herema İdlîp û heremên di bin ewlehiya QSD'ê. Rejîm, bi vê rêyê dixwaze QSD bi eşirên Erep re bîne hember hev û ji aliyê din ve ÖSO û HTŞ lewaz bike û Tirkiye ji axa Surîyeyê derxe.   * Meclîsa Jinan a HDP'ê, dê beriya kongreyê giştî ya HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Amedê konferansa jinan pêk bîne. (09.30)    * Rêxistina HDP'ê beriya kongreya giştî ya 11'ê Sibatê dê li salona VANTSO ya Wanê bi tevlêbûna Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen û parlamenteren HDP'ê Ahmet Yildirim, Nadir Yildirim konferansa herêmê pêk bîne. (10.00)   * Çalakiya "Ez karê xwe paşve dixwazim" dê di roja 425’an de li kolana Yukselê berdewam bike. (13.30/18.00)