Gardiyan û ulkuciyan girtiyê edlî derb kirin! 2018-01-06 16:58:55 ÎZMÎR - Girtiyê edlî Cahît Çelîk ê li Girtîgeha Tîpa M a Alaşehîrê tê girtin, girtiyên nijadperest ew derb kirin. Bav Îzzet Çelîk diyar kir ku jiyana kurê wî di xetereyê de ye û her derê wî reş bûye. Girtiyê edli Cahît Çelîk ê li Girtîgeha Tîpa M a Alaşehîra Manîsayê tê girtin, gardiyan û girtiyên ulkuçî ew derb kirin. Bav Îzzet Çelîk da zanîn ku kurê wî berê ji Girtîgeha Şakranê sirgûnî Girtîgeha Gîresunê, ji wir jî şandine Girtîgeha Orduyê û herî dawî şandine Girtîgeha Tîpa M a Alaşehîrê. Çelîk diyar kir ku dema kurê wî anîne Alaşehîrê, li girtîgehê derb kirine.   GARDIYANAN DERB KIR, GIRTIYAN JÎ ALÎKARÎ DA   Çelîk destnîşan kir ku serê kurê wî li dîwaran dane û bi dijwarî ew derb kjirine, piştre dane koxûşeke ji 9 kesan pêk tê. Çelîk, da zanîn ku koxûşa ku kurê wî danê, girtiyên ulkuçî li wir dimînin, li kurê wî dane û wiha axivî: "Îdareya girtîgehê got ku dê koxûşa wî biguherînin, lê dîsa kurê min derb kirine."   Çelîk bi lêv kir ku gardiyanan kurê wî derb kiriye, girtiyên din jî alîkariya wan kiriye.   SERGARDIYAN: WE QET CÎTAN MIZ DA?   Çelîk anî ziman ku sergardiyan Ekrem di 1'ê Çileyê de ji girtiyên din re dibêje ku 'We qet Cîhat miz da?' û ev tişt got: "Piştî mazgalê digire û diçe, ev careke din li kurê min dixin. Mirîtî li erdê dihêlin. Kurê min li derî dixe. Yê yekemîn tê venake. Di cara duyemîn de tên û wî digirin. Vê carê jî di maltayê de li kurê min dixin."   ‘JIYANA WÎ DI XETEREYÊ DE YE’   Çelîk derbirî ku wan serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Serdozgerê Komarê daye û der barê bersûcan de serlêdana sûc kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li girtîgehê zextên cidî hene. Ez naxwazim tişta hat serê Ulaş Yurdakul bê zerê kurê min jî. Tê gotin ku ji ber ku Cîhan bertek nîşanê qumarbazan daye, li wî dane. Em dizanin ev hincet in. Ji ber ku kurd e, li wî didin."   'LAŞÊ WÎ REŞ Û ŞÎN BÛBÛ'   Çelîk got ku kurê wî nihya di hucreya yek kesî de ye û da zanîn ku rûyê Cîhat reş û şîn bûye û wiha pê de çû: "Me serî li Komeleya Civaka Sicîl a Pergala Înfaza Ceza (CÎSST) da. Em dixwazin wî bigirin koxûşeke bi ewle."   ÎHD'a Îzmîrê jî destnîşan kir ku wan nivîs ji saziyên eleqedar re şandiye, me bi rêya telefonê li girtîgehê geriya, bi hinceta li girtîgehê rayedar tune, bersiv nedan pirsên me.