Xebatkarên TV10: Ji bo rejîma OHAL'ê rabe em li vir in 2018-01-06 16:46:18 STENBOL - Xebatkarên TV10 ya bi KHK'ê hat girtin, di hefteya 66'an de çalakiya xwe ya ji bo televîzyona wan bê vekirin û OHAL bi dawî bibe berdewam kirin. Xebatkaran diyar kirin ku ji bo OHAL bi dawî bibe li vir in.  Xebatkarên TV10 ya bi KHK'ê hat girtin, di hefteya 66’an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam kirin. Xebatkaran dîsa pankarta "Bila tenbûr biaxivin, çek bêdeng bibin" û “TV10 wîcdanê elewiyan e" û “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" rakirin. Di çalakiyê de Serokê Giştî yê Rêveberiyê yê TV10 Veli Buyukşahin axivî. Buyukşahin,  anî ziman ku ew tenê nakevin bin bandora OHAL'ê û jibo OHAL bê rakirin li qadan in. Buyukşahin, herî dawî anî ziman ku ji bo ew li mafê xwe bigerin, bibin dengê elewiyan li vir kom bûne û xwest OHAL bi dawî bibe û televîzyona wan ji nûve bê vekirin.    Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.