Li Kolana Hunerê teqîn pêk hat 2018-01-06 16:12:16 AMED – Di avahiyek li Kolana Hunerê ya Amedê de teqînî pêk hat.  Li avahiyek Kolana Hunerê ya Ofîsa Amedê ku bi piraniya wê kafe lê hene teqînek pêk hat. Teqîn li qata 3’yemîn qewimî. Di teqînê de mirî û birînda çênebûn, lê di avahiyê de xesar çêbû.  Piştî bûyerê gelek polîs û tîmên taybet, komên tenduristiyê û agirkujiyê sewqî kolanê hatin kirin. Welatiyên li avahiyê hatin tahliyekirin û li derdora cihê bûyerê lêkolîn hat destpêkirin.    Piştî lêkolînê hat tespîtkirin ku teqînî ji ber Teqemeniya Çêkirî ya Destan (EYP) pêk hatiye.