Parazvanên mafên mirovan xwestin Dîlan Tanrikulu bê berhdan 2018-01-06 16:11:59 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê di çalakiya "Rûniştina F" de xwestin Parazvana Mafên mirovan a li Nisêbînê di serdema qedexeya derketina kolanan de hat binçavkirin û girtin Dilan Tanrıkulu bê berdan.  Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û xizmên girtiyan, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 302'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" berdewam kirin.  Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa tenduristiya Dîlan Tanrikulu ya di qedexeyên li Nisêbînê de birîndar bû û di 26'ê Gulana 2016'an de dema tevî 42 kesan di korîdorê de ji navçeya Nisêbînê derket û hat girtin.    Di çalakiyê de panartên "Bila girtiyên nexweş bên berdan" "Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyandin" "Dermankirin maf e nayê astengkirin" "Dilber Tanrikulu bila serbest bê berdan" vekirin. Komîsyonê dîsa dirûşmeyên "Ji cilên yek tîp re na" û "Ji îşkenceya OHAL'ê re bas e"û "Bila "Dilber Tanrikulu bê berdan"  Vê hefteyê endama komîsyona mafên mirovan Tuncay Yigit daxuyanî xwend. Yîgît, anî ziman ku piştî OHAL hat îlankirin zextên li ser girtiyan zêde bûne. Yîgît, anî ziman ku hemû girtiyên siyasî li dijî vê pêkanîna cilên yek tîp bi hevre dibêjin na û wiha got: "Em hevdî dikin ku bi dengekî bilind em li dijî vê yekê helwesta xwe bînin ziman. Girtî cilên yek tîp li xwe nakin. Divê em li kolanan daxwazên wan bînin ziman.    Yîgit, bal kişand ser rewşa Tanrikulu û wiha got: "Di serdema qedexeya derketina kolanan de tevî 62 kesên di jêrzemînê de man, derket derve. Dilber Tanrıkulu di nameya ku ji Gitîgeha Tîpa E ya Mêrdînê şand de wiha got: "Dema ez ji Nisêbînê bi korîdorê derket birîndar bûm û bi sedyê ez derxistim. Dema ez li ser sedyê kirim bi birîndarî li erdê xistin û îşkence li min kirin û her polîsê di ber min re derbas bû tû ruyê min kirin. Li şûna xizmetkarên tenduristiyê mudaxaleyî birîna min bikin. Polîsan îşkence li min kirin. Bijîşkan jî li raporê nerî û li gorî wê nêzîkî min bûn. Niha êşa piyê min pir zêde ne. Bi êşa piyê xwe re têdikoşim."    Yigit, xwest Dilber Tanrukulu û hemû girtiyên nexweş bên berdan.b