Xizmên Windayan li aqûbeta Çalik û Fîdan pirsîn 2018-01-06 15:16:48 AMED – Xizmên Windayan û ÎHD di hefteya 465’emîn de li aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên di sala 1994’an de di binçavan de hatin windakirin pirsîn.  Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 465’an de bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” li hev kom bûn û çalakiya xwe li dar xistin. Çalakî li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê pêk hat, rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan beşdar bûn û wêneyên windayan hilgirtin. Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdulselam Înceoren diyar kir ku şert û merc çi dibin bila bibin ew ê lêgerîna xwe ya edaletê dewam bikin û dê li aqûbeta windayan bipirsin.    ‘BI SERDEGIRTINA GUND HATIN REVANDIN’    Pişt re serpêhatiya Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên di 6’ê hezîrana 1994’an de li gundê Şahlat a girêdayî navçeya Karaza Amedê di serdegirtina leşkeran a gund de hatin binçavkirin û windakirin parve kirin.    Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Adnan Orhan serpêhatiya Çalik û Fîdan xwend. Orhan serpêhatiya windakirina Çalik û Fîdan wiha vegot: “Di operasyona ser gund de leşkeran bi çekên lûle dirêj gundiya gulebaran kirin. Di gulebaranê de 2 gundiyan jiyana xwe ji dest da. Di bûyerê de Salîh Çalik ji lingê xwe birîndar bû. Ji ber birîndar bû nikaribû ji gund derkeve û xwe avêt mala Suleyman Muntaş. Leşkeran malê tespît kir û bi ser malê de girt. Di serdegirtinê de xwediyê malê Suleyman Muntaş, Salîh Çalik ê birîndar û Sînan Fîdan ê Çalik derman dikir ji aliyê leşekran ve hatin binçavkirin. Xwediyê malê Suleyman Muntaş piştî 25 rojan hat berdan. Lê binçavkirina Salîh û Sînan dewam kir.    ‘BIÇIN VAN JI PKK’Ê BIPIRSIN’    Ji wê rojê ve heta niha tu agahî ji Çalik û Fîdan nehatiye girtin. Malbatan serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê dan. Dayika Çalik gotibû ku ew şahidê revandina kurê xwe û Suleyman Muntaş û Sînan Fîdan e. Lê dozgeriyê daxwaznameya malbatê li wan zivirand. Dozgeriyê got ‘Van şexsan me negirtiye. Biçin ji PKK’ê bipirsin.’ Daxwaza malbatan qebûl nekir. Li gel hemû hewldan û serlêdanan jî aqûbeta Çalik û Fîdan nehat diyarkirin.”    Daxuyanî bi çalakiya rûniştînê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.