Li Kolana Yukselê 4 çalakger binçav kirin 2018-01-06 14:12:07 ENQERE – Polîsan di roja 424’an de mudaxeleyî çalakiya li Kolana Yukselê kir û 4 çalakger binçav kir.  Çalakiya greva birçîbûnê ya akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça ji bo vegerin karê xwe 304 roj e dewam dike. Çalakiya “Em karê xwe paş de dixwazin” a Gulmen û Ozakça li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê dan destpêkirin jî ket roja 424’an.    Çalakgerên her roj dixwazin piştgiriyê bidin çalakiya Gulmen û Ozakça îro jî xwestin li Kolana Yukselê li hev kom bibin. Lê polîsan destûr neda derbasî ber abîdeyê bibin. Çalakgerên xwestin li kolana Konurê çalakî pêk bînin rastî mudaxeleya polîsan hatin. Di mudaxeleyê de polîsan 4 çalakgeran derp kir û ew binçav kirin.