Karkerê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da 2018-01-06 14:11:13 EDENE – Li Edeneyê karkerê înşatê yê ji Sûriyê Abdullah Y. ku li qata 9’emîn a avahiyê dixebitî ket jiyana xwe ji dest da.  Li taxa Cemalpaşa a Seyhana Edeneyê karkerê penaberê ji Sûriyê Abdullah Y. ê 20 salî ku li qata 9’emîn a înşatê dixebitî ahenga xwe winda kir û ket xwarê. Abdullah Y. li gel tora ewlehiyê ya înşatê ji qata 9’an ket xwarê û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Abdullah Y. ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê.    Polîsan têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.