Girtî: Piştî KHK'ya yek tîp zext zêde kirin 2018-01-06 11:55:01 MÊRSÎN – Girtiyên li girtîgeha tîpa F a Edîrneyê diyar kirin ku piştî biryara cilên yek tîp a bi KHK’ê derket, zextên li ser giriyan zêde bûn. Girtiyên girtîgeha Tîpa L a Alanya jî diyar kirin ku îhlal zêde bûne.  Girtiyên girîgeha Tîpa L a Alanya û Girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê zextên li dijî xwe bi riya parêzerên xwe parve kirin. Girtiyên girtîgeha Tîpa L a Alanya diyar kirin ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ferzkirina cilên yek tîp mehekê dernakevin hevdîtinê. Girtiyan anîn ziman ku gardiyan bi awayekî keyfî nêzî wan dibin u zextên li ser wan zêde kirine. Girtiyan da zanin ku pirtûk, rojname û nameyan nadin wan. Damarên dilê hevalê me Omer Acar ji sedi 30 xetimîye. Malbaten hevalên me ji wezareta Dadê re daxwazname şandine, lê tu encam bi dest nexistine. Îdareya girtîgehê bê navber cezayê hucreyê dide girtiyên jin. Dixwaze înfaza wan bişewetîne. Em dê li dijî ferzkirinên li dijî rûmeta mirovahiyê têbikoşin."    'CILÊN YEK TÎP LI SER ME FERZ DIKIN'   Girtiyê Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê Kemal Argeş bi riya telefonê agahî da birayê xwe Turan Argeş. Turan Argeş, diyar kir ku dengê birayê wî di telefonê de xerab xuya dibû û wiha got: "Birayê min got 'Ger tiştek bi min bê berpirsiyar rayedarên girtîgehê ne. Dixwazin em cilên yek tîp li xwe bikin. Piştî me daxwazên wan red kir helwesta wan a li dijî me hat guhertin. Gardiyan tên odeyên me belav dikin û zextê li ser me dikin. Gefên mirinê li me dixwin.' Birayê min di bin gefan de ye."    'YEK TÎP RÛMETÊ DIŞKÎNE'    Afyon anî ziman ku girtî di bin gef û tundiyê de tên girtin û wiha got: "Girtî rastî îşkenceyêtên. Li girtîgeha Efyonê ji ber îşkencyê piyê birayê min şikandibûn. Dema sewqî Edirne kirin me got dê ji îşkenceyê xelas bibe. Lê îro bi kuştinê gefan li wan dixwin. Ev rûmetê dişkîne. Divê hemû parazvanên mafên mirovan li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin."