Li girtîgehê hêkên wî teqiyan, pirsa ji ku derê ye lê kirin, derzî lê dan û şandin 2018-01-06 11:30:47 BALIKESÎR - Girtî Abdulhalîm Kirtay ê li Girtîgeha Tîpa T a Burhanyeyê dimîne, di girtîgehê de hêkên wî teqiyan, dema rakirin nexweşxanê pirsa ji ku derê ye lê kirin. Kirtay ê 70 salî piştî got 'ez ji Amedê me' derzî lê dan û ew şandin. Hayrettîn Adak ê li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniyeyê dimîne, nameyek şand û agahiyên girîng dan. Adak aşkera kir ku Abdulhalîm Kirtay (70) di 25'ê Kanûnê de hêkên wî teqiya ne, ew rakirine Nexweşxaneya Zanîngeha Katîp Çelebî ya Îzmîrê û hêj dermankirina wî dewam dike.   ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ Û BIJÎŞKAN NEDÎT   Adak da zanîn ku Kirtay 25 sal e di girtîgehê de ye, di 16'e Kanûnê de aciz bûye û ew derxistine revîra girtîgehê û wiha got: "Bijîşkan teşhîsa hemoroîdê danî ser Kiryat û derman danê ew şandin koxûşê. Dermanên ku dan Kirtay, tu feydeya xwe nekir û her ku çû êşa wî zêde bû."   Adak aşkera kir ku di 21'ê Kanûnê de hêkên Kirtay werimî ne û ruxmê hemû israran jî bijîşkan nexwestiye Kirtay bibînin, piştî êşên wî giran dibe, wî radikin Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Burhaniyeyê.   'DERZÎK LÊ DAN Û EW ŞANDIN'   Adak diyar kir ku Kirtay ji wî re gotiye ku li nexweşxaneyê li wî mêze nekirine, tiştên qewimî ne wiha vegot: "Bijîşkên li beşa lezgîn destpêkê li şalwarê hevalê me mêze kirine û pirsa 'tu ji ku yî?' lê kirine. Dema dibê ez ji Amedê me, derzîkê lê didin û wî dişînin. Hevalê me bi vî şeklî 2 rojan tê sekinandin û roja Duşemê wî dişînin nexweşxaneyek Îzmîrê. Bi kurtasî pêkanînek derveyê mirovahiyê ye. Îdareya girtîgehê, bijîşkê girtîgehê û Nexweşxaneya Dewletê ya Burhaniyeyê, dijmininahiya kurdan dikin. Me xwest di vê der barê de bi îdareya girtîgehê re biaxivin, lê bersiv nedan me. Raste rast hevalê me terkî mirinê kirin. Tenê ji bo birina revîrê me 4-5 saetan bi wan re axivî. Gardiyan jî ji dirva bersivê bide daxwaza me, bi ser me de kir qêrîn û bêhurmetî kir. Me der barê rewşa hevalê xwe de serlêdana sûc kir."