Koluman: Diyanet bi daxuyaniya xwe îstismara li dijî zarokan zêde dike 2018-01-06 10:41:53 AMED - Parêzer Gazal Koluman daxuyaniya Serokatiya Karê Diyanetê ya wekî "Serdema balixê ya li gorî hiqûqnasên Îslamê, mêr di temenê 12 û keç di 9 salî de dikarin bizewicin" rexne kir û wiha axivî: "Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev pênase dê sûcê pedofîliyê yên li dijî jin û zarokan zêde bike." Di Ferhenga Têgehên Olî ya Serokatiya Karê Diyanetê de tê gotin ku "Serdema balixê ya li gorî hiqûqnasên Îslamê, mêr di temenê 12 û keç di 9 salî de dikarin bizewicin." Piştî van pênasenan hunermendên jin, wekîl û hiqûqnasan bertek dan nîşan. Li ser bertekên raya giştî Serokatiya Karê Diyanetê daxuyanî paşve kişand. Endama Tora Parastina Qada Zarokan (ÇAÇAV) Prz. Gazal Koluman, destnîşan kir ku li gorî Peymana Marfên Zarokan a Navneteweyî û Makeqanûna Diyanetê, di hemû metnên hiqûqî de tê gotin ku her kesên ku temenê xwe yê 18 salî tije nekiribe, hêj zatok tê hesibandin, bi vê re Diyanetê hem peymana mafê zarokan bin pê kiriye û hem jî zewaca di temenê piçûk de rewa daye nîşan.   Koluman da zanîn ku di demên dawî de di qanûnên nifûsê de hin guhertin hatine kirin, peywira mehr birînê dane meleyan û wiha axivî: "Hêj bertekên li dijî vê dewam dikin, herî dawî bi KHK'ê re di malpera Serokatiya Karê Diyanetê de daxuyaniyên gelek wahîm dan. Diyanet bi daxuyaniyên ku dide bûye zincîra fetwayan." Koluman aşkera kir ku ev daxuyanî li dijî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ye û got ku her kesên ku tenenê wan di bin 18 salî re be hêj zarok tê hesibandin.   ‘DÊ SÛCÊN PEDOFÎLÎ ZÊDE BIKE’   Koluman aşkera kir ku Diyanetê temenê balixê (buluğ) yê keçan wekî 9 salî diyar kiriye, ev yek dê sûcê pedofîlî zêde bike, kesê bi xwaze li dijî zarokekê sûc bike, dikare tecawiz bike û bi rihetî li ser xwe mehr bike. Koluman, destnîşan kir ku zarokên hatibin serdema balixê, beyî ku destûra malbata wan bigirin, dikarin bizewicin, heta dikarin bi zar bimînin û wiha axivî: "Li gorî madeya 103'yan a makeqanûnê her zarokên temenê wan di binê 18 salî de, heke mudaxaleyek li dijî wan çêbe, ev wekî êrîşeke zayendî tê dîtin."   'LI TIRKIYEYÊ HER 3 KESÊN DIZEWICIN YEK JI WAN ZAROK E'   Koluman anî ziman ku li gorî daneyên TUÎK'ê, her 3 kesên li Tirkiyeyê dizewicin yek ji wan zarok e û wiha pê de çû: "Tirkiye di vê mijarê de bi pirsgirêkek cidî re rû bi rû ye. Cihê ku li Tirkiyeyê pêşî li zewaca zarokan bê girtin û sûcên îstismara zarokan li holê rakin, Diyanet bi daxuyaniyan pêşî li îstismara zarokan vedike. Li gorî daneyên sala 2005'an a rêxistina tenduristiyê ya cîhanê, zarokên di keç ên di bin 18 saliyê de bên zewicandin, dema du canî bimînin, xetereya mirina wan sedî 90 e. Ji bo zarokek keç du canî bimîne, divê hestuyê wê sêvikê bipije û ev jî herî kêm di temenê 20 salî de pêk tê. Dema hûn zarokek 9 salî bizewicînin û piştî 2 salan ev du canî bimîne û biwelide, xetereya mirina wê gelekî zêde ye."   'JI DERVEYÊ TUÎK'E, DIVÊ KOMÎSYONEK SERBIXWE BÊ AVAKIRIN'   Koluman derbirî ku ji bo pêşî li îstismara zarokan bê girtin, divê ji derveyê Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK), komîsyona lêkolînê ya meclisê bê avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê di pêşengiya vê komîsyonê de li Tirkiyeyê lêkolînên der barê zewaca zarokan û encamên ku zewacê derxistine holê bên diyarkirin û li dijî van pirsgirêkan têkoşîn bê meşandin. Divê lêkolînên ku hatin kirin jî bi qanûna bên bi hêzkirin."   Koluman herî dawî got ku li Tirkiyeyê siyaseteke ras a der barê zarokan de tune û wiha axivî: "Ji 3 yekê civaka me zarokin, lê zarok di naveroka meclisê de cih nagirin û bi vî şeklî hişmendiyeke mêrane di siyasetê de serdest e. Nêrîneke siyasî neafirandin. Zarok neparastin. Li zarokan mêze nakin."