Tuksal: Di Qurana pîroz de tiştekî wiha tune 2018-01-06 10:04:40 STENBOL – Îlahyatzan û nivîskar Hîdayet Şafkatli Tuksal der barê fetwaya zewacê ya ku Serokatiya Karê Diyanetê gotibû ku zarokên keç ên 9 salî û zarokên kur ên 12 salî dikarin bizewicin de, bertek da nîşan û wiha axivî: "Di Qurana pîroz de ayeteke ku vê piştrast bike tune." Di malpera Serokatiya Karê Diyanetê de mijarên wekî "balix" (buluğ) û "mehra" ku pêşî li îstismara zayendî ya zaroka vedike, cih digire. Diyanetê di malpera webê de, pênaseya "mehrê" dike, dibêje ku kesên ku ketibin temenê balixê dikarin bên mehr kirin, temenê balixê yê zarokên keç wekî 9, yê zarokên kur jî wekî 12 dide nîşan. Îlahyatzan û nivîsar Hîdayet Şefkatli Tuksal daxuyaniya Diyanetê nirxand û aşkera kir ku di Qurana pîroz de ayeteke wiha tune.   Tuksal anî ziman ku di Qurana pîroz de behsa serdemeke balixê nayê kirin, di ayetan de jî temenekî wiha nehatiye diyarkirin û wiha axivî: "Dema pênaseyên der barê zarokên 9 û 12 salî de tên kirin, heke kes ji derveyê rewabûnê bikevin têkiliyeke zayendî, dê zewaca wan vacîb bibe." Tuksal diyar kir ku dema ev nêrîn bê afirandin, bi taybetî di civakên cotkariyê de zarok zû mezin dibin û zewaca zû gelekî zêede ye û wiha pê de çû: "Di roja me de jî di civakên candiniyê de zewaca zû gelekî zêde ye. Bi vê sedemê ev nêrîn anîne ziman lê aliyekê wê yê esas bê girtin tune."   ‘ZEWACA DI TEMENÊ PIÇÛK DE NE REWA YE’   Tuksal destnîşan kir ku di Qurana pîroz de ayeteke ku van daxuyaniyan piştrast bike tune û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hin fakîhî dibêjin ku Hz. Pêxember bi Hz. Ayşe re di temenê zarokatiyê de zewicî ye, dixwzin zewaca di temenê piçûk de rewa bidin nîşan. Xebatên di vê der barê de hatine kirin, tê gotin ku Hz. Ayşe herî kêm 18 salî ye. Ji ber wê nêrînên wekî di temenê 9 û 12 salî de dikarin bizewicin, nêrîna kesên fakîhî ye."   Tuksal anî ziman ku profesorê hiqûqa Îslamê Alî Bardakoglu jî aşkera dike ku di temenê piçûk de zewac nabe û nêrînên wî yên di vê der barê de wiha şîrove kir: "Dibêje ku kesayetên 9 û 12 salî hêj zarokin û mehra wan nabe. Ji ber wê di tenenekî piçûk de zewac ne rewa ye."   METNA DIYANETÊ WIHA YE   Di metna Diyanetê û pênaseya têkirin wiha ye: "Di ferhengê de balix tê wateya 'têgihiştî, pêşketî û kêrê karhatinê', wekî pênaseya fikih, kesekî serdema xwe ya zarokatiyê qedandibe, tê temenê xwe yê ciwantiyê. Ji kesên têgihîştî re balix tê gotin. Temenê ciwantiyê li gorî laş û demsalê dibe ku biguhere. Li gorî hiqûqnasên Îslamê temenê balixê, mêr 12, keç wekî 9 salî diyar kirine. Piştî gihiştin vî temenî mêr dikare bibe bav, keç jî adet dibîne û dikare bi zar bîmîne."