ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2018'AN 2018-01-06 09:01:08 *Lutfiye Orûç ku piştî têkoşîneke 20 salan cenazeyên du zarokên xwe û du xizmên xwe dîtin û wan li Goristana Xerzanê defin kirin, ji bo derxistina cenazeyan wiha got: “Careke din jî bêhn li min çikiya.”  *Li Edeneyê jinan diyar kir ku divê zarok ne ji bo zewacê, ji bo zanistê bên teşwîqkirin. Jinan  xwest Diyanet bê girtin û wiha gotin: “Ev rewş hewldaneke ku îstismarê dike tiştekî asayî. Bila îktîdara AKP’ê demildest destê xwe yê qirêj ji ser zarokan bikişîne.”    *Rojnamevan Arash Shoa Sharg û aktivîstê siyasî Kourosh Zamanî ku piştî li Îranê cezayê darvekirinê li wan hat birîn û hatin li Wanê bi cih bûn, ji bo protestoên li welatê wan gotin ku dê berxwedan mezin bibe û êdî dê ne wek berê be.   * Nûnerên partiyên siyasî, li dijî cezakirina wekilên HDP'ê û  dûrxistina şaredarên CHP'î bertekên xwe anîn ziman û xwestin hemû rêxistinên demokratîk bînin cem hev û têkoşîna hevpar bi rêxistin bikin.    *Di zivistanê de bi baranê re birha Çemê Dîcleyê bilind dibe û ji ber vê gelek qirş û qal bi avê re tên. Jin van qirş û qalan berhev dikin û wan di tendûran de dişewitînin.    *Têkildarî 267 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin, hatibû gotin ku “Ji bo lihevhatina DNA’yê” hatine derxistin. Lê belê Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî anî ziman ku ev daxuyanî rastiyê di xwe de nahebînin û di hestiyên ku bi makîneyên karî hatine perçekirin de lihevhatina DNA’yê nepêkan e.    *Peykertiraş Erdal Tut ku ji ber qedexeyên derketina kolanan ên li Sûrê neçar mabû atolyeya xwe bigire, niha xebatên xwe li atolyeya xwe ya nû ya li Yenîşehîrê berdewam dike.   * Berdevkê Platforma Em Destûr Nadin Cilên Yek Tîp Ugur Karadaş, diyar kir ku ew dê hewl bidin hemû beşên cuda li dijî êrîşan kom bikin û kolanan bi rêxistin bikin. Karadaş, anî ziman ku ew dê milê kolanan bi rêxistin bikin.     *Rêxistina HDP'ê ya Yildirim a Bûrsayê beriya kongreya giştî ya HDP'ê dê konferansa herêmê pêk bîne. (10:00)   * Baroya Amedê dê semînera hiqûqa penaberan li Otela Radisson Blu bide parêzeran. (10.00)   * Şaxa ÎHD'ê û Xizmên Windayan dê li ÎHD'a Amedê di hefteya 465'an de çalakiya Şemiye ya "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" berdewam bike. (12.00)   * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 667'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Faîl diyar in, winda li ku ne?" pêk bîne. (12.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê dê Konferansa jinan a Herêma Egeyê pêk bîne. Dê parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Besime Konca û Aycan Îrmez jî tev li civînê bibe. (12.00)   * Rêxistinên Civaka Demokratîk dê li Îzmirê li dijî "Cilên Yek Tîp" bi tevlêbûna Parlamentera HDP'ê Besime Konca li pêş avahiya Serokwezîrîyê ya Îzmirê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê dê di hefteya 414'an de çalakiya "Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin" û "Girtiyên nexweş bên berdan" li Îzmirê berdewam bikin. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 302'an de li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30)    * Xebatkarên TV10 dê çalakiya ji bo televîzyona wan bê vekirin li Qada Galatasarayê di hefteya 66’an de berdewam bikin. (14.00)   * Çalakya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin di roja 424'an de berdewam bike. (13.30/18.00)