Demîr, Uyar û Nayir li ser gora xwe hatin bibîranîn 2018-01-05 16:42:29   ŞIRNEX – Li Silopiya siyasetmedarên kurd Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir di 2’yemîn salvegera kuştina xwe de li ser gora xwe hatin bibîranîn.    Di 4’ê çileya 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şinrexê di “Qedexeya derketina derve” de siyasetmedarên kurd Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiya Pakîze Nayir dema dixwestin ji taxê biçin taxek din di encama gulebarankirinê de jiyana xwe ji dest dabûn, li ser gora xwe hatin bibîranîn.    Ji bo her sê siyasetmedaran di 2’yemîn salvegera kuştina wan de li Goristana Nalaro ya li taxa Bahçelîevler a Şirnexê bernameya bîranînê pêk hat. Di bîranînê de dayikên her sê jinên siyasetmedar, Wekîla HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat, Alîkara Hevserokên Giştî ya DBP’ê Hacer Ozdemîr, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gelek kes amade bûn. Di bîranê de dia hatin kirin.    ‘TÊKOŞÎNA JINAN DÊ ROJEKÊ BIGÎHÎJE ENCAMÊ’    Li ser goran Wekîla HDP’ê Mizgîn Irgat axivî û diyar kir ku her sê jinên siyasetmedar ji bo gelê xwe û tevahiya jinan têkoşîna demokrasî û azadiyê dan meşandin. Irgat da zanîn ku ew ê tu carî her sê jinan jibîr nekin û got: “Ji bo jiyanek azad û biratiya gelan têkoşîn kirin. Li ser vê axê hêj li dijî tundiya li ser jinê têkoşînek bêhempa tê meşandin. Hêj gelek jin girtî ne û mirov dimirin. Elbet dê rojekê azadî û demokrasî bê ser vê axê. Wê têkoşîna her sê jinan bê domandin û elbet dê rojekê têkoşîna jinan bigîhîje encamê.”    Piştî axaftinê qurnefîl danîn ser goran û hin jinan jî lorand.    Piştî bîranînê jinên xwestin ji goristanê derbikevin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û polîsan nasnameyên jinan kontrol kirin.