Serdozger serlêdana malbatan red kir 2018-01-05 15:43:08 STENBOL – Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din bi boneya hevdîtinê bi xizmên xwe re pêk bînin cara 58'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê Serdozgeriyê dîsa serlêdan red kirin.   Xwişka û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê dimîne, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan bi riya parêzeran ji bo hevdîtina roja duşemê cara 58'an serî li Serozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Malbatên 3 girtiyên din ku li Girtîgeha Îmraliyê dimînin jî serlêdan kirin. Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî bi riya parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê serlêdana cara 58'an jî red kir.  Serdozger bi hinceta Hêjmara 5275'an a sînorkirina der barê hikûmxwaran de daxwaza malbatan red kir.    Malbata Ocalan ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha  58 caran serlêdan kir û serlêdana wan hat redkirin.