Jinan derbarê Diyanetê de serlêdana sûc kirin 2018-01-05 14:28:47   STENBOL  Piştevaniya  Jinan a Nar, derbarê daxuyaniya Wezareta Karê Diyanetê ya îstîsmara zaroka meşrû dike serlêdana sûc kir. Jinên li Antalyayê jî, têkildarî mijarê daxuyanî da û gotin: “Diyaneta îstîsmarci bi ‘Qerarnameya Hukmê Jinê’ hatiye girtin. Êdî ji bo jinan tuneye.”   Bertekên jinan ên li dijî daxuyaniya Wezareta Karê Diyanetê ya "Zarokên balix bûyî dikarin bizewicin" a di malpera xwe de weşand û pêşî li îstîsmar zayendî ya zarok û jinan vedike mezin dibin. Aktîvîstên Piştevaniya Jinan a Nar a Stenbolê, derbarê Wezareta Karê Dîyanetê de li Edliya Çaglayanê serlêdana sûc kirin.    Berî serlêdana sûc jinan li ber avahiya Edliyê daxuyanî dan çapemeniyê. Aktîvîsta Piştevaniyê Denîz Bakti daxuyanî da û wiha got: “Wezareta Karê Diyanetê bi fetwa û daxuyaniyên dayîn de, dijminantiya jin û zarokan kiriye û îstîsmara zarokan meşrû kiriye. Bi butçeya mezin a digire re êrîşê jiyan û pêşeroja me dike. Ji ber vê yekê em dibêjin bila ev sazî bê girtin.” Jinan piştî daxuyaniyê daxwaznameyên xwe yên serlêdana sûc teslîmê Serdozgeriya Komarê ya  Stenbolê kirin.   ANTALYA   Endamên Platforma Jinan a Antalyayê jî, li Şaxa Halkevî civîna çapemeniyê lidar xistin û xwestin Diyanet bê girtin. Gelek jin beşdarî civîna çapemeniyê bûn û li ser navê jinan Nîgar Duru axivî. Duru, diyar kir ku daxuyaniyên AKP û Diyanetê êrîşa li ser benda jin û zarokan. Duru, anî ziman ku ew ê li dijî polîtîkayên paşvero yên AKP’ê yên dijminê jinê têkoşîna xwe bilindtir bikin û mafê jinan biparêzin.      Duru, da zanîn di nêrîna jinê de êdî Diyanet hatiye girtin û wiha bi dawî kir: “Em dixwazin Diyaneta ku îstîsmara zarokan meşrû dike demildest bê girtin.”